FERMANDARIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK SERSAXÎ JI ŞÊX HIMÊDÎ DEHAM EL-HADÎ RE DIXWAZE

0 556

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk sersaxî ji şêx Himêdî Deham re, şêxê êla Şemer, ji bo wefatkirina birayê wî şêx Elî Deham El-Hadî xwest.

Şande ji berdevkê giştî yê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd, rêvebirê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk Mustefa Balî, şandeyek ji Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn pêk hat.

Deqa birûskeya sersaxiyê:

Şêx Himêdî Deham El-Hadî şêxê eşîra Şemer a bi rûmet

Tevahî malmezina Cerba yen comerd.

Birayên me ji zarokên eşîra Şemer li Sûriya, Iraq û tevahî bajaran.

Bi xemgîniyeke mezin û pejirandina bi daraza xwedê me di Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel de, xebera wefata şêx Elî Deham El-Hadî birayê şêx Himêdî Deham bihîst.

Em di Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel de xemgîniyan bi we re parve dikin û sersaxiyê ji we re dixwazin û tenê tiştê ku li cem xwedê qebûl dibe dibêjin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.