DERBARÊ PÊŞKETINÊN DAWÎ LI DÊREZORÊ

0 560

JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE

Di van çend rojên dawî de li herêma Dêrezorê hejmarek ji bûyerên ku rêxistina terorî ya DAIŞ’ê li paş wan disekine û armanca wê xirabkirina ewlehî û istiqrara herêmê bi rêya livandina şaneyên xwe yên rakatî ji tevliheviyê çêkin rûdan.

Di van çend mehên dawî de, hêzên me hejmarek ji çalakiyên û hemleyên şehkirinê yên ku şaneyên raketî yên DAIŞ’ê kirin armanc, zirarên mezin gihand wan, hejmarek ji terorîstan hatin girtin û gelek çek û cebilxane hate desteserkirin çêkirin, ji ber vê yekê piştî têkçûna planên qirêj yên rêxistina terorî, îro hewl dide fitneyek Kurdî Erebî di navber pêkhateyên herêmê de çêke û dûrbûnekê di navber pekhateyên ku bi hezar salan bi hev re jiyan kirine çêke, ewlehî û istiqrara herêmê xira bike û tevliheviyê vegerîne herêmê.

Şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ’ê di van çend rojên dawî de kesayetên civakî û serokên êlan li herêmê kirin hedef û bi rêya piştgirvanên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk bi armancgirtina şêxên êlan tewanbar kirin, her wiha şaneyên raketî bi rêya erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekuj baregeh û navendên hêzên me kirin armanc ji bo kontrol bikin.

Her wiha hin kom û aliyên din hewl didin faydê ji vê rewşê bigirin û armancên xwe li ser hesabê xwîna zarokên herêmê pêk bînin û hewl didin ku rewş aloztir bibe û hestên xelkê istixlal bikin ji bo terora DAIŞ’ê bi wan bidin ji bir kirin û xelkê li dijî Rêveberiya Xweser tehrîd bikin.

Ji ber vê yekê Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk çalakiyeke ewlehî şaneyên DAIŞ û aliyên ku dixwazin faydê ji vê rewşê bigirin dike hedef dest pê kirin da ku çavkaniya fitneyê tune bikin bi taybet li her du bajarokên Şihêl û Hewayêc yên ku wek hucreyên şaneyên rêxistina DAŞ’ê tên hesibandin.

Hejmarek ji çalakiyên taybet ku şane kirin armanc hatin pêkanîn, hêzên me bi hesasiyeteke mezin çekdar girtin ji bo ku sivîl ti zirarê nebînin û nedîtin.

Di vê çalakiyê de hejmarek ji terorîst û kesên guman lê hene hatin girtin her wiha hejmarek ji wan dema hewl dane bersiva hêzên me bidin birîndar bûn. Hêzên me hejmarek ji çek û cebilxaneyê desteserkirin û çalakî heta kêliya nivîsandina vê daxuyaniyê berdewam e.

Were bibîrxistin ku du şervan ji hêzên me şehîd ketin di encama êrîşa şaneyên DAIŞ’ê li ser baregeh û navendên me û sê servanên me jî birîndar bûn.

Em careke din ji raya giştî re tekez dikin ku hêzên me her bi israr e ji her demekê bêtir ku çalakiyên xwe ji bo jihevxistina şaneyên DAIŞ’ê û tunekirina wan bi temamî berdewam bike.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

04/08/2020

Leave A Reply

Your email address will not be published.