Tuesday, November 24, 2020
HomeDaxuyanîDAXUYANÎ JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE
Daxuyanîmanshet

DAXUYANÎ JI RAGIHANDIN Û RAYA GIŞTÎ RE

Tiştê ku li Dêrezorê qewimiye ne encama seatekê bû yan encameke kêlîkî ji çalakiyên soyqestkirina hejmarek ji rûspî û serokên êlan li herêma Dêrezorê, lê belê parçeyek ji planeke demdirêj a hêz û aliyên ku dijmantiya rêveberiya herêmê dikine ye, û her hewl didin ku şêniyên wê herêmê li dijî rêveberiyê tehrîd bikin û belbelê çêkin ji bo armancên ku edî ji hemiyan ve xuya ne û ya ku bi destpêkirina çalakiya tunekirina DAIŞ’ê re li Dêrezorê dest pê kir û piştî şerê dawî  yê ku DAIŞ di hucreya xwe ya dawî de kir armanc, çima na û DAIŞ destê wan ê dirêj bû ku bi rêya wê planên xwe yên qirêj li dijî şêniyên herêmê û rêveberiya wê ya sivîl pêk dianîn û li ser bikaranîna bermahî û şaneyên raketî yên DAIŞ’ê dixebitîn li dirêjahiya wan herêman piştî qutkirina wî destî û tunekirina wî bi temamî, bi taybet ji ber ku ew şane êdî nikarin xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe kom bikin wek berê û şêniyan jî xwe bi rêxistin kirin û rêveberiya xwe damezrandin û her tiştê giranbuha ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji terora reş pêşkêş kirin ji ber wê êdî keş nikare wan bi kar bîne ji bo planên xwe.

Wan şaneyên ji bermahiyên DAIŞ’ê her hewl dan ku belbelê çêkin bi rêya soyqest û belavkirina gotegot û piropegendeyan û çalakiyên bombebarkirinê bi piştgirî û piştevaniyeke yekser ji wan hêzên ku êdî ji hemiyan re naskirî û eşkere ne, di serî de aliyên girêdayî rêjîma Sûriyê û hevkarên wê; û ji aliyekî din Tirkiyê û çeteyên wê jî ya ku risteke bingehîn di vê meselê de dilîze; û hejmareke mezin ji wan ji şêniyên vê herêmê ne û rêxistineke wan berê di nav de hebû di bin navê Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra.

Wan hêzan bi rêya planên xwe ewlehî û aştiya pêkvejiyantî kirin armanc û xirakirina rewşa xizmetguzarî û rêvebertî û lewazkirina wê û çêkirina ferq û cûdahiyê di navber êlên herêmê û rêveberiya sivîl, her wiha tehrîdkirina wan êlan li ser hev du û li ser Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Hevpaymana Navdewletî.

Em di Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk de li Dêrezorê, tekez dikin ku rewşa qerebalixê ku li herêmê diqewime, ne li dijî ti êlan ne û ne li dijî ti pêkhateyan ne, ji ber ku hemî pêkhateyên herêmê hatine armanc girtin û zirar dîtine ji berdewambûna rewşeke welê û tiştê ku tê serê xwediyên me li Qamişlo, Dêrîk û Eyn Îsayê ji cend salan ve û herî dawî li Kobaniyê ji hedef girtina sê jinan ji aliyê balafireke keşfê xuya ye û li ber çavan ne, û armanc girtina xwediyên me li Dêrezorê ji aliyê DAIŞ’ê ve mînakên herî mezin in li ser dirêjahiya wan kiryaran û kesekî istisnakirî tune ye, ji ber wê yekî tiştê ku diqewime bernameyeke jê re hatiye plankirin bi awayekî demdirêj tê pêkanîn ji aliyê hemî hêz û aliyên ku jê faîdê digirin û di serî de Tirkiyê û rêjîma Sûriyê û ti carî nafikirin ku pişgirî û piştevaniya xwe ya yekser û neyekser ji DAIŞ’ê re bisekinînin.

Her wiha em tekez dikin ku tiştên tê belavkirin û teşwîqkirin ku sedema vê aloziyê hêzên me ne û êlên herêmê ji wan xwestine ku ji herêmê derkevin ti têkiliya wê bi rastiyê ve tune ye, lê tersî wê tiştê dixwestin pêk bînin nebû ji ber gelek sedeman û ya yekemîn ku kesên vê herêmê bi rêve dibin zarokên wê ne yên ku parastina herêma xwe bi xwe dikin û xwe bi rêxistin dikin, her wiha têkiliya xurt a ku Hêzên Sûriya Demokratîk û van êlan û rûspiyên wan ji ber ku ev hêz ji kesên herî giranbuha li ber dilê wan (zarokên wan) ava bûye bi hev ve girêdide her wiha di navber şênî û rêveberî û meclîsên xwecihî, bê ku em înkar bikin ku hin giliyên cidî hene di vê derbarê de girêdayî kêmbûna xizmetguzariyan, yanê hevgirtina êlan û şêniyên herêmê derdora hêzên xwe û meclîsên xwe yên xwecihî sedema bingehîn e di îbtalkirina van planan ne.

Armancgirtina yekser a ragihandinî li dijî hêzên me û hemleyên şêwandinê sedema wê ya bingehîn ew e ku hemî pêkhateyên herêmê vê hêzê dipejirînin û hurmet dikin û xwedî bingeheke xurt û hevgirtî ye. Wek metelok dibêje “dara berhemdar bi keviran tê avêtin” ev hêz ji wan aliyan tê hedefgirtin bi rêya teşwîqkirina reklam û piropegendeyên xirab û pê ve leziqandina tewanên derewîn ti têkiliyên wan bi rastiyê ve tune ne bi armanca şêwandina wêneya van hêzan li gel raya giştî ya navxweyî û cîhanî.

Em di Hêzên Sûriya Demokratîk de dubare tekez dikin ku me tehde li kesî nekir ji bilî hedefgirtina me ji rêxistina terorî ya DAIŞ’ê û şaneyên wê yên raketî re ku hîn li dirêjahiya vê herêmê belav in, bi taybetî ku vê rêxistinê destpêkê şêniyên vê herêmê û êlên wê armanc girtin, komkûjiya Şihêtat ku bi sedan qurbaniyên wê ji zarokên êlê bûn li ser destê terorîstên DAIŞ’ê li ber çavan ne, di vir de bi awayekî pir zelal xuya dibe ku hêz û aliyên şerê me û hewldana şêwandina wêneya me dikin xwe bi awayekî eşkere xuya dikin û piştgiriya xwe ji rêxistina terorî ya DAIŞ’ê re îlan dikin.

Ruxmî hewldanên wan hêzan ku fitne u cûdahiyê li herêmê çêkin, û hewldana şêwandina wêneya me, lê tersî wê em dibînin ku hejmara ciwanan ji zarokên êlên herêmê yên ku tevlî hêzên me dibin zêde dibin û ruxmî tiştê ku diqewime lê hemî êl li dirêjahiya herêmê li Cezîr û Reqayê hevgirtina xwe îlan dikin û kûrahiya têkiliya xwe bi hêzên me re yên niha û pêşeroja herêmê ruxmî xeteri û gefên tên ser diparêze.

Em di fermandariya Hêzên Sûriya demokratîk de, helwesta êlan, bi şêx û rûspiyên wan li hember pêşketinên dawî bi nirx û pir pîroz dibînin, û bi rêzgirtineke mezin kesên ku bûne qurbanî ji çalakî û planên qirêj, yên ku bûne şehîdên helwestên xwe li dijî êrîşkaran û her kesekî ku rê dide xwe ku qerebalixê li herêmê çêkin bi bîr tînin û tekez dikin ku hevgirtin û kombûna we li derdora hêza we gerantiya berdewamkirina wê di pêkanîna erkên wê yê niştimanî ye û em bawer in çawa li kêlek hêzên xwe li hember DAIŞ’ê sekinîn, wê mil bi mil li kêlek me bin li hember vê fitnê heya tunekirina wê ji koka wê.

Em keda Hevpeymana Navdewletî bi nirx û pîroz dikin ku bû alîkar di zelalkirina wêneya rast û li kêlek êl û tevahî şêniyên herêmê sekinandin bi rêya lidarxistina gelek civîn û hevdîtinan bi şênî, rûspî û êlên herêmê re û rista wê ya leşkerî li kêlek hêzên me li ser erdê li hember terorê.

Her wiha em spasiya her kesekî (heta ku tenê hewldan be jî) ji rûspiyên her du herêmên Cezîr û Firatê di vemirandina agirê fitnê, û li kêlek me di vê bûyerê de sekinî li hember destên ku hewl dan xirabkirinê li herêma me berlav bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk

10/08/2020

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *