Tebqa – Foca şehîd Xelef Doşka di Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê de, 114 şervan piştî dîtina dewreyeke perwerdeyê 45 rojan derçûn kir, şervanan di perwerdeyê de waneyên siyasî, çandî û perwerdeyên leşkerî li ser gelek cûreyên çekên sivik, navîn û giran û rêbazên vegirtina kemînan û serdegirtinê birin.
Bi beşdarbûna fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê û malbatên şehîdan merasîmê bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştî wê fermandarê giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed El-Re’ûf axaftinek kir tê de tekez kir ku ev hêz di mafê xwe yê parastina rewa û parastina gel û milk û mewalên wê yên giştî de berdewam e û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê amade ne ku bersiva her êrîşekê gefê li ewlehiya herêmê bixwe bide.
El-Re’ûf desnîşan kir ku ew di perwerdeyên leşkerî yên alayan û focên Meclîsa Leşkerî de ji bo hertim amade bin berdewam in.
Piştî wê derçûnvanan toraneke leşkerî di nav de rêbazên vegirtina kemîn û bendên kontrolê, rêbazên serdegirtin, konfilaş û xweveşartinê pêşkêş kirin.
Nivîsgeha perwerdeyê di Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê de di danîna bernameyên perwerdeya hêzên leşkerî yên di ala, foc û şevanên nû tevlê bûne berdewam dike ji bo ku perwerdeyan di akademiyên leşkerî de yan di noqteyên xwe bistînin da ku asta bedenî ya şervanan hertim bilind be û amade bin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk