Monday, November 23, 2020
HomemanshetAKADEMIYA ŞEHÎD CUMA EL-NEZEL DEWREYEKE PERWERDEYÊ NÛ DERÇÛN DIKE
manshetNûçe

AKADEMIYA ŞEHÎD CUMA EL-NEZEL DEWREYEKE PERWERDEYÊ NÛ DERÇÛN DIKE

Tebqa – Akademiya Şehîd Cuma El-Nezel a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê 105 şervan piştî ku dewreyeke perwerdeyê 45 rojan birin derçûn kir, şervanan di perwerdeyê de waneyên siyasî, çandî û perwerdeyên leşkerî li ser cûrbecûr cûreyên çekên sivik û navîn dîtin.

Merasîmê bi beşdarbûna Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê û malbatên şehîdan bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir piştî wê fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed El-Reûf axaftinek kir tê de tekez kir ku şervanên dercûn bûne wê bibin endamên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê da ku piştî wê dozenlemeya wan ji çeperên şer re çêbibe.

El-Reûf destnîşan kir ku bi alîkariya van ciwanan wê erdên hatine dagirkirin ji aliyê dagirkeriya Tirk ve vegerin û wê bibin bendek li hember her kesekî ku hewl dide ewlehî û aramiya herêmê xira bike.

El-Reûf diyar kir ku Meclîsa leşkerî ya Tebqayê di perwerdeyê de berdewam e ji ber ku ew esasê serkeftin û pêşketinê ye ji ber vê yekê hemî hêzên girêdayî Meclîsa leşkerî ya Tebqayê dewreyên perwerdeyan distînin ji bo hertim û ji her rewşeke awarte re amade bin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *