Monday, November 23, 2020
HomemanshetAKADEMIYA ŞEHÎD SIYAMEND DEWREYA XWE YA 13’MÎN VEDIKE
manshetNûçe

AKADEMIYA ŞEHÎD SIYAMEND DEWREYA XWE YA 13’MÎN VEDIKE

Reqa – Akademiya Şehîd Siyamend ya Dispilîna Leşkerî dewreya xwe ya 13’mîn bi navê şehîd Rênas Hesekê ku ji 130 şervanan pêk tê, ji cûrbecûr herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh dûşemê, li Akademiye Şehîd Amar El-Şêx vekir.

Merasîm bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir û fermandar û endamên Meclîsa Leşkerî tê de beşdar bûn.

Fermandarê di Meclîsa Leşkerî ya Reqayê de Ebdo Reqa axaftinek kir tê de vekirina dewreyê pîroz kir û ji şervanan hêvî kir ku di asta herî jor a amadebûnê de bin ku di bernameya perwerdeyê de fêr bibin û çiqas bikaribin fayîdê bêtir bibînin, û piştî derçûnê hertim amade bin ku erd û destkevtiyan biparêzin.

Merasîm bi xwendina sonda leşkerî ji aliyê şervanan ve û soz dayîna gel û şehîdan bi parastina her bostekî  ji axa vê welatî hat bi dawî kirin

Şervan we di nav 75 rojan de waneyên çandî, hişyarkirin û perwerdeyên leşkerî bistînin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *