ŞÊNIYÊN REQAYÊ ŞEHÎD “HIŞÊN MIHEMED EL-MIHEMED” OXIR DIKIN

0 575

Reqa – Şêniyên Reqa û gundewarê wê laşê şehîdê Hêzên Parastina Xweser “Hişên Mihemed El-Mihemed” li goristana şehîdan a li Hikûmiyê oxir kirin.

Merasîm bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre rêveberê di Meclîsa Leşkerî ya Reqayê de Salêh El-Bûş axaftinek kir tê de tekezî li ser rista şehîd ya azadkirina civakan de û ji malbatên şehîdan re gihîştina zarokên wan asta şehadetê pîroz kir.

Nivîsgeha Malbatên Şehîdan belgeyên fermî radestî malbata şehîd kirin.

Piştre laşê şehîd di nav tilîliyên dayîlkan û siloganên şehîd pirooz dikin de spartin axe.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.