Sunday, November 29, 2020
HomemanshetNY CIVÎNEK BI HSD Û RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RE LI DAR DIXE Û PESNA RISTA WÊ DI PARASTINA ZAROKAN DE DIDE
manshetNûçe

NY CIVÎNEK BI HSD Û RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RE LI DAR DIXE Û PESNA RISTA WÊ DI PARASTINA ZAROKAN DE DIDE

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ji bo mijarên zarok û şerê çekdarî birêz Vêrjîniye Gamba, duh duşemê, civînek televezyonî bi fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevserokatiya Meclîsa Tenfîzî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xist.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mezlûm Ebdî û hevserokê Meclîsa Tenfîzî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd El-Mihbaş, fermandara di Yekîneyên Parastina Jin de Newroz Ehmed her wiha Nisrîn Ebdallah û ji nivîsgeha têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk û noqteya peywendiyên leşkerî bi netewên yekbûyî re Rêdûr Xelîl.

Civînê derbarê plana xebata hevpar a bi Netewên Yekbûyî re ya ku di 29’ê Hezîrana 2019’an de hatibû îmzekirin de, û gavên ku HSD û Rêveberiya Xweser di pabendiya xwe ya eşkere de avêtine . birêz Gamba pesna pêşveçûna mezin û serkeftî ya ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ve hatine çêkirin pêkanîn û pabendbûna çêbûyî de da.

Her wiha di civînê de rewşa zarokên malbatên DAIŞ’iyan ên ne Sûrî (Eşbal El-Xîlafê) yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine rawestandin û pêkaniya vegera wan ji bajarên xwe re û pêwîstiya avakirina navendên rehabîlîtasyonê di dema nêzîk û navîn de ji bo dîtina çareseriyeke kokî ji doza wan a vegerandina wan ji welatên wan re, her du aliyan tekez kirin ku girtîgeh ne cihekî guncav e ji bo zarokan ji ber ku ew qurbaniyên nakokiya çekdarî ne, fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk pêşwazî li wê yekê kir ku Netewên Yekbûyî bi rêya hevkarên wê yên navdewletî sardana navendên girtîgehan yên zarokên malbatên DAIŞ’iyan (Eşbal El-Xîlafê) bikin da ku pêdiviyen wan binirxînin.

Civînê rewşa jin û zarokên biyanî yên ne Sûrî di kampa Hol û roj de nîqas kir û pêwîstiya dîtina çareseriyeke giştî ji wan re bi rêya teşwîqkirina dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku bi lez bersiv bidin ji bo wan vegerînin welatê xwe û piştgiriya pêwîst ji bo wê yekê pêşkêş bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala borî hevpeymanek bi netewên Yekbûyî re derbarê gelek çalakî û nûkirina zagonan îmze kir ji wan:

Derxistina fermandek leşkerî ji fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di nakokiyên çekdarî de temûz 2019.

Derxistina 30 zarokî di 2019’an de û radestkirina wan ji malbatên wan re, derxistina 51 keçikê ji hêzên leşkerî û xistina wan nav dibistaneke taybet di bin siya Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 11 çileya 2020 de û hevkarên Netewên Yekbûyî dikarin xwe bighînin wan û pêwîstiyan ji wan re pêşkêş bikin, dûrxistina 18 zarokanî ji hêzên leşkerî û xistina wan di navendeke ewledar de, derxistina 35 zarokên biçûk yên kemî 18 saliyê di nav de 5 keçik û vegerandina wan ji malbatên wan re.

Destûrê dayîna hevkarên Netewên Yekbûyî ku bigihîjin Navenda Rehabîlîtasyonê ya Horî ya li Hesekê, her weha gihîştina dibistana taybet a keçan da ku pêwîstiyan pêşkêş bikin û piştgiriya bikin.

Derxistina fermanek leşkerî ji fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo qedexekirina bikaranîna dibistanan ji aliyê hêzên leşkerî ve di 13 Tîrmeha 2020, û valakirina 12 dibistanan ji hebûna leşkerî li Hesekê, Reqa û Dêrezorê û radestkirina wan ji aliyên sivîl ên têkildar re.

Damezrandina komîteyeke ji bo nirxandina temenê kesên nû tevlî Hêzên Erka xweparastinê dibin û perwerdeya endamên wê ji aliyê hevkarên Netewên Yekbûyî, vê komîteyê di mehên Tîrmeh û Tebaxa 2020’an de karîbû 254 leşkeran vegerandine ji ber temenê wan yê biçuk kêmtirî 18 saliyê.

Derxistina daxuyaniyek hevbeş di navbera HSD û Rêveberiya Xweser de (rêwerziya siyasî + fermana leşkerî) di 29ê Tebaxê 2020 de, di derbarê damezrandina mekanîzmayek giliyên sivîl de ji bo gilî rakirina li ser çalakiyên leşkerkirinê di nava refên pêkhateyên Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û mijarên dîtir ên girêdayî parastina zarokan û li ser vê esasî nivîsgeha parastina zarokan di nakokiyên leşkerî de hat avakirin.

Perwerdekirina 243 serbaz û leşker ji Hêzên Sûriya Demokratîk û 176 serbazên ji Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji aliyê hevkarên Netewên Yekbûyî ve derbarê rêgezên bingehîn ên zagonên navdewletî yên mirovahî û belavkirina plana xebata îmzekirî bi Netewên Yekbûyî re û pabendiyên Hêzên Sûriya Demokratîk di plana xebatê de.

Destûr dayîna gihîştina Netewên Yekbûyî û hevkarên wê yên navdewletî ji navendên rawestandina zarokên malbatên DAIŞ’iyan li Hesekê (di pêkanînê de ye).

Her wiha rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di salên 2019 û 2020 û bi rêya hevkarî û tensîqa bi gelek dewletan re 186 jin û 269 zarokên ji 20 netewên cûda vegerandin bajarên wan ên bingehîn û ji wan: Komara Tirîndad, Australiya, Rûsiya Yekbûyî, Firansa, Iraq, Denîmark, Siwêd, Emerîka, Ozbakistan, Nêcîriya, Îtaliya, Sûdan, Nerwêj, Almaniya, Birîtaniya, Nemsa, Belcîka, Holenda, Kezexistan û Fenlenda.

15 îlona 2020

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *