MECLÎSA LEŞKERÎ YA QSD’Ê CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR DIXE

0 548

Meclîsa leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk civîna xwe ya asayî, roja înê, 25’ê îlonê, li dar xist; di civînê de pêşketinên leşkerî û ewlehî yên dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û li ser asta Sûriyê bi gelemperî hatin behskirin û asta amadebûna serkirinê ya hêzên me hat gotûbêjkirin, mekanîzmeya meşandina bernameya perwerdeya leşkerî yên cûrbecûr û amadekirina fermandar û kadroyên pispor.

Her wiha çalakiyên meclîsên leşkerî yên xwecihî, astengiyên li hember kar û xebatê derdikevin, şatiyên çêbûne di dema borî de girtina biryarên pêwîst ji bo derbaskirina wan bi awayekî ku bi bernameyên belîkirî re di stratejiya giştî de ya hêzan a ku hatiye biryarkirin di civîna meclîsên wê yên leşkerî yên salane li hev were hatin gotûbêjkirin û zelalkirina gavên divê pêk werin û berdewamkirina wan ji bo peydakirina hemî aliyên parastinê ji bo li hember gefxwarinên ewlehî û leşkerî yên rastî herêmê tên sekinandin.

Di civînê de fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk zelalkirinek ji xebat û bernameyên hatine pêkanîn bi Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞ’ê re pêşkêş kir û bi taybet encamên pozîtîv a çalakiyên dijî terorê yên hevbeş li dijî şaneyên rêxistina terorî ya DAIŞ’ê û berdewamiya bernameyên bi armanca piştgiriya meclîsên sivîl û leşkerî yên xwecihî ji bo geşkirina ewlehî û istiqrarê li herêmê û li hember dîsa derketina DAIŞ’ê sekinandin.

Her wiha civînê behsa karê hevbeş bi hêzên artêşa Rûsî re ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike û rista wê di pêkanîna ewlehî û istiqrara herêmê û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya tensîq û hevkariyê û pêşxistina wê kir.

Her wiha civînê tekezî li ser neqebûlkirina çareseriyên leşkerî ji nakokiya Sûriyê re kir, girîngiya ku hemî alî terkîzê li ser çareseriya siyasî bikin û bi serxînin û avakirina sîstemeke demokratîk pireng ku mafê gelê Sûriyê bi hemî pêkhateyên wê biparêze.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.