Wednesday, December 1, 2021
HomemanshetLi Reqa pilanek teroristî a Daiş’ê vala hat derxistin
manshetNûçe

Li Reqa pilanek teroristî a Daiş’ê vala hat derxistin

Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî hêzên me şaneyeke aktîv a terorîstên DAIŞ’ê ku ji 10 kesan pêk dihat li herêma Reqayê ji hev xist û xistin binçavan. şaneyê plan dikir ku kombûnên welatiyan û saziyên sivîl ên Rêveberiya sivîl li her du bajarên Reqa û Tebqa û gelek cihên din di meha remezanê de bikin armanc. her wiha pilan dikir ku Çalakiyên hilweşîner pîk bîne û ewlehî û istiqrara herêmê ji holê rake û keda Hêzên Ewlehiya Hundirîn di meha pîroz de bi bin bixe.
Yekîneyên Antî Teror û piştî şopandina tevgera endamên şaneyê destwerdana hejmarek ji hucreyên ku endamên terorîst xwe tê de vedişartin kirin, û çek, belge û alavên pevgihandinê yên di destê şaneyê de desteser kirin.
Şaneya ku ji hêla serçeteyekî di nava refên DAIŞ’ê de dihat bi rêve birin, di nav xwe de tevî endamên pêkanîna çalakiyan pisporekî teqemeniyan û yek ê peywendiyan hebû.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk
16 Nîsan 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *