JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

0 511

Em bi mebesta 25ê Nîsanê roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şexsê şehîdên Qereçoxê de hemû şehîdên xwe yên leheng birêzdarî bi bîr tînin

 

Dewleta Tirk a dagirker di dîroka 25ê Nîsan 2017’an de li hember çiyayê Qereçoxê êrişek pêk anîbû û di vê êrişê de 20 şervanên YPG û YPJ şehîd ketibûn. Armanca vê êrişê ev bû ku pêşketina me ya li hember DAIŞ’ê asteng bike û derbeyek ji têkoşîna azadî û demokrasiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe. Dewleta dagirker êrişên xwe yên bi vê armancê li sala 2018’an li Efrînê, li sala 2019’an jî li Serêkanî û Girê Spî berdewam kir.

Di têkoşîna li hember terora DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk de, gelê Kurdistan û gelên Suriyê berdelên pir mezin dan û bi sedan keç û lawên xwe feda kirin. Di encama vê têkoşînê de DAIŞ di herêmê de di aliyê fizikî de hat tunekirin û têkoşîna me li hember terora DAIŞê derbasê qonaxek nû bû. Di armanca êrîşên dewleta dagirker ya li dijî çiyayê Qereçoxê de jî lewazkirina vê hêza têkoşînê û astengkirina pêşketinan hebû.  Lê îro ruxmê hemû hewldanên astengkirinê jî têkoşîna azadî û demokrasiya gelên me li hember dagirkerî û her cûre paşverûtiyê bi awayek xurttir berdewam dike.

Wekî tê zanîn di rojên dawî de, li bajarê Qamişlo ji ber provakasyonên koma Dîfaa El-Wetenî, di navbera wan û hêzên Asayîşê de cîh bi cîh pêvçûn diqewimin. Koma Dîfaa El-Wetenî ji bo aramî û ewlehiyê xirab bike demeke dirêj e provakasyonan dike. Di pêvçûnên ku di provakasyona dawî de qewimîn de hem ji endamên Asayîşê hem jî ji gel şehîdên me çêbûn. Dîsa yek ji pêşengên qebîleya Benî Seba, Hayîs El Ceriyan, ji ber hewldanên xwe yên aştiyane ji aliyê koma Dîfaa El-Wetenî ve hat şehîdxistin. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Em careke din rêhevalên xwe yên ku di 25ê Nîsana 2017an de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û careke din diyar dikin ku ji bo gelên xwe û destkeftiyên gelên xwe biparêzin bi biryardariyek mezin têkoşîna xwe ya li hember paşverûtî û dagirkeriyê bilindtir bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk

25 Nîsan 2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.