Tuesday, January 25, 2022
HomeDaxuyanîJi çapemenî û raya giştî re
Daxuyanîmanshet

Ji çapemenî û raya giştî re

Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker, di hesabên xwe yên fermî de belavkirina nûçeyên derew berdewam dike. Ev nûçeyên derew û bi israr belavkirina wan nûçeyan asta wan ê neçariyê dide diyar kirin.

Li gorî wan nûçeyan;

Di roja 4 û 8’ê Gulanê de, li herêma qaşo ‘Diri’ El-Furat’, 6 şervanên me hatine şehîd xistin û çeperên me hatine ruxandin. Ev nûçe derew e, bi rastiyê re tu eleqeyê wê nîn e.

Di roja 2 û 5’ê Gulanê de, li herêma Efrînê gorî nûçeya dewleta Tirk hêzên me sivîl topbaran kirine û di heman demê de li hemberî sivîlan êrişêkî bombeyî pêk hatiye. Li vê herêmê tu tevgera hêzên me nîn e. Yên ku  herêm bê serûber topbaran dike dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ne.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

09 Gulan 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *