Saturday, January 22, 2022
HomemanshetLi gundewarên Bakurê Dêra zorê hêzên me dest bi operasyonê kirin
manshetNûçe

Li gundewarên Bakurê Dêra zorê hêzên me dest bi operasyonê kirin

Bi beşdarbûna hêzên koalesyona navdewletî a li himber Daişê, hêzên me dest bi operasyonekî leşkerî û ewlehî a berfireh li dijî hucreyên razayî û ên çalak ên terorîstên Daişê li newala El Ecîc a li gundewarê bakurê Dêra Zorê kirin.
Operasyon di kêliyên destpêkê ên rojê destpê kir û wê nêzî 4 rojan berdewam bike. Hêzên koalesyonê bi beşdarbûna xwe a bi çekên giran û şopandina bejahî û ezmanî operasyona hêzên me bi hêztir kirin.
Ev operasyona hevbeş di çarçoveya hewldanên hevbeş ên hêzên me û hêzên koalesyona navdewletî bi armanca bêbandor kirina pilanên Daiş û derdorên din ên teroristî tê li dar xistin. operasyon wê hucreyên Daişê û kozikên wan ên veşartî û rêkên qedexe ên derbaskirina çek û çeteyan ji herema sînorî a bi Iraqê re tune bike, her weha wê nehêle ku Daiş û komên din vê heremê bike baregeha êrîşên xwe ên li ser heremên bi ewle ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Navenda Ragihandina QSD
09 Gulan 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *