ÇALAKIYA WADÎ EL ECIC DI ROJA XWE YA SÊYEMÎN DE BERDEWAM DIKE

0 48

Hêzên me çalakiyên xwe yên ewlehî û leşkerî li herema Wadî EL Ecîc ku dikeve gundewarê Bakurê Dêrezorê di roja sêyemîn de berdewam dike.
Di Sê rojên borî de de gelek cihên ji herêma Wadî El Ecîc hatin paqij kirin, hêzên me bi piştgiriya Kolaesyona Navdewletî gelek hucreyên veşartî ku rêxistina terorî Daişê ji bo veşartina endam û çekên xwe bikar dianî hatin dîtin û ruxandin, her wiha rêyên qaçaxtiyê ku DAIŞ’ê di veguhestina endamên xwe û tevgera wan de bi kar dianî hatin keşif kirin.
Hêzên Koalesyona Navdewletî di seatên şeva borî de hejmarek ji fûzeyan avêtin hinek hedefan li herêma Wadî El Ecîc ku hucreyên veşartî û rêyên qaçaxtiyê kirin armanc, her wiha balafiran firîna xwe li ezmanê herêmê berdewam kirin bi armanca şopandina tevgera şaneyên DAIŞ’ê.
Dewriyeyên hêzên me û yên Hevpeymana Navdewletî bi hejmarek ji niştecihên herêma Wadî El Ecîc re civiyan.


çalakiya Wadî El Ecîc di 9’ê vê meha Gulanê de bi piştgiriyeke bejahî û ezmanî ya Hevpeymana Navdewletî dest pê kir.

Leave A Reply

Your email address will not be published.