Saturday, May 28, 2022
HomemanshetHêzên me operasyona ewlehî û leşkerî li Newala Al-Ajîj qedand
manshetNûçe

Hêzên me operasyona ewlehî û leşkerî li Newala Al-Ajîj qedand

Îro, roja Çarşemê, 12ê Gulanê, hêzên me li Newala Al-Ajîj a li bakurê rojhilatê gundewarê Dêra Zorê operasyona ewlehî û leşkerî a berfireh qedand.
Operasyona ku bi piştgiriya Koalesyona Navdeweltî a bi bejahî û ezmanî pêk hat, 4 rojan dom kir, û bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Hêzên me karîbûn rêyên qaçaxçitiyê yên ku Daişê bi kar dianî di derbaskirina çete û çekan control bike û nehêle rêxistina terorî careke din bi kar bîne, her weha liv û tevgera terorîstan a çûn û hatina ji sînorê Iraqê asteng bike.
Bi heman awayî, hejmarek kozik hatin vedîtin ku berpirsên Daişê xwe tê de vedişartin, û ew di heman demê de ji bo veşartina çek û alavan dihatin bi kar anîn. 12 ji wan kozikan ji aliyê hêzên me ve hatin ruxandin.
Di heman astê de, di dema operasyonê de, hêzên me dewriyeyên xwe li nêzê sînorê Iraqê bi rêve bir, û li deverên tenişta çemê Firatê geriyan, û bi hejmarek mirovên herêmê re civiyan, û ji wan re piştrast kirin ku ev operasyon ji bo parastina wan ji şaneyên Daişê pêk hat.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *