Saturday, May 28, 2022
HomeDaxuyanîJİ BO RAGİHANDİN Û RAYA GİŞTÎ
Daxuyanîmanshet

Jİ BO RAGİHANDİN Û RAYA GİŞTÎ

Di dîroka di navbera 07 – 12 Gulanê de, saziyên erkdar bi alîyariya Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî hêzên me û bi piştgiriya aktif a Koalesyona Navdewletî a li himber Daişê li zindana Hesekê gelek kar û xebatên ji nû de rêxistinkirin û sererastkirina zindanê pêk anîn. Yekîneyan careke din avahiyên zindanê, rêxistinkirina girtiyên Daişê, ji nû de belgekirina nasnameyan û rewşa ewlehiyê a hundirîn li ber çavan derbas kirin û sererastkirinên pêwîst pêk anîn.

Û di çarçoveya pêşîgiritina li ber vîrûsa Korona, tîmên Tenduristiyê yên girêdayî hêzên me girtiyên zindanê careke din di kontrolê de derbas kirin û rewşa wan a tenduristiyê di ber çav re derbas kirin. Her weha di zindanê de operasyoneke Sterilîzasyonê hate kirin û sedemên belavbûna nexweşiyan heta astekî hat kêm kirin. Hêzên me xebatên xwe ên di hundirê zindanê de bi awayekî serkeftî bi encam kirin, lê belê dema ku ev xebat dihat meşandin eşkere bû ku terorîstên DAÎŞê di hundirê zîndanê de hewildanên wan yê ku êrişî personelên ewlekariyê bikin û ji zindanê revekî girseyî bikin hate eşkerekirin. Ji bo vê planê xwe pêk bînin hêjmarekî zêde yê malzemeyên wekî şûr, kêr û hwd amade kiribûn da ku bi kar bînin û ev jî hatin desteserkirin. Her weha hate tespit kirin ku dîwarê di navbera odeyan de, bi taybet jî di navbera xwe û beşa ku ciwanên Daişê tê de ne de kun kirine, derbasî vê beşê dibin û wan ciwanan careke din li ser fikrê xwe perwerde dikin. Ji bo vê jî mûdaxaleyê pêwîst hate kirin û tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Hêzên me yên ku hemû erkên xwe yê mirovî pêk tîne û li gorî qanûnên navdewletî ên şer tev digere, careke din erka xwe ya exlaqî tekez dike û baldariya xwe ya ewlehiyê piştrast dike.

Bi vê boneyê, em careke din bang li civata Navdewletî dikin ku bi erka xwe ya pêwîst a li beramberî vê pirsgirêkê pêk bîne û dadgehekî Navdewletî ku çeteyên Daişê ên li heremên me hatine girtin lê werin dadgeh kirin ava bike. Ev dadgeh wê bibe bersiva herî guncav ji bo bi destxistina Edaletê û pêkanîna daxwazên xizmên qurbaniyên terora Daişê ji bo dadgehkirinekî bi Edalet û encamgir.

 

Fermandariya Giştî a Hêzên Sûriya Demokratîk

13 Gulan 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *