Ji çapemenî û raya giştî re
Îro (13.05.2021) di seetên sibê de li bajaroka Şihêl a girêdayî Dêrazorê, li hember şaneyên DAIŞê ku dixwestin di cejnê de êrişên terorî lidar bixin, operasyonek hat lidarxistin. Di encamê vê operasyonê de 39 çete hatin girtin. Herwiha çek û amûrên bi wan re hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
13 Gulan 2021