Saturday, May 28, 2022
HomemanshetHêzên me dest bi çalakiyek berfireh a ewlekariyê li Dêra zorê kirin
manshetNûçe

Hêzên me dest bi çalakiyek berfireh a ewlekariyê li Dêra zorê kirin

Li ser banga xelkên heremê, hêzên me û hêzên ewlekariya hundirîn îro destpêka rojê dest bi çalakiyeke berfireh ya ewlekariyê li gundewarên rojavayê Dêra zorê kirin.

Armanca vê çalakiyê tunekirina şaneyên veşartî ê terorîstên Daiş û hêzên din ku bi armanca têkbirina ewlekariya heremê çalakiyên teroristî li dar dixin.

Di pêşdeçûna çalakiyê de, hêzên me bi hucreyekî çeteyên Daişê re kete nava pevçûnekî û piştre çeteyên wê hucreye ji aliye hêzên me ve hatin girtin.

Ev çalakî li ser banga xelkên heremê hat destpê kirin piştî ku terorîstên Daişê hejmarek ji sivîl, karmendên saziyên xizmetguzariyê û rûsipiyên heremê kirin armanc.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *