Di derbarê bûyerên li Şedadê – Ji bo gele me û raya giştî

0 47

Di derheqê bûyerên ku duh li Şedadê û hinek herêmên din ên Rêveberiya Xweser de rû dane, me pêwistî dît em raya giştî û gelê xwe agahdar bikin.

Me wan bûyeran bi baldarî şopand. Divê bê zanîn ku ji guhertin û sererastkirina buhayê madeyên sotemeniyê sazî û dezgeyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser berpirsiyar in. Herwiha mûhatabê daxwaz û bertekên ku di xwepêşandanan de derketine jî ne Hêzên Sûriya Demokratîk e, lê saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser in.

Hêzên Sûriya Demokratîk bi pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê berpirse û bi vê erka xwe her tim rabûye. Salên dirêj, şerekî giran li hemberî DAIŞ û rêxistinên din ên terorî hate meşandin ku ev yek hişt ku gelê me bibe xwedî jiyanek asayî û ewle di herêma me de. Divê çalakî û tevgerên girseyî ên bi vî rengî nebin sedem ku ev aramî têk biçe. Tevgerên tundbar xeterî diafirînin û feydeyê li gelê me nake.

Tê dîtin ku di nav girseyên xwepêşandêran de hinek kesên bi rûpoş, rû veşartî û carnan jî hinek kesên çekdar ên ku xwe di nav gel de vedişêrin, êrîş dibin ser binke û çeperên hêzên ewlehiyê li herêma Şedadê. Divê gelê me hişyar be û bizanibe ku ev kirin provokasyon in. Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van hewldanan hişyar bin, bi lîstokên van kesan nexapin û ji derveyî çarçoveya yasayî a parastina mafê xwe tevnegerin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk

19 Gulan 2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.