Thursday, June 17, 2021
HomemanshetAKADEMIYA ŞEHÎD DILSOZ EFRÎN DEWREYA XWE YA NEHEMÎN VEDIKE
manshetNûçe

AKADEMIYA ŞEHÎD DILSOZ EFRÎN DEWREYA XWE YA NEHEMÎN VEDIKE

Akademiya şehîd Dilsoz Efrîn îro dewreya xwe ya nehemîn a Yekîneyên Taybet bi amadebûna hejmarek ji fermandarên Erka Xweparastinê vekir, dewreya ku wê pênc mehan dirêj bike, navê şehîd Şervan Qamişlo rakir.
Dewre ji 60 şervanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, şervan di dewrê de wê waneyên bîrdozî û çandî her wiha perwerdeya leşkerî li ser cûr be cûr cûreyên çekan bibin.
Merasîm bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir, piştî wê şervanan toraneke leşkerî pêşkêş kirin.
Fermandara di Erka Xweparastinê de Lîlwa El Ebdela axaftinek kir tê de daxwaziya pabendiyê û dayîna kedeke mezintir ji şervanan kir ji ber ku ew ê bibin tovika artêşa pêşerojê ya ku wê parastina vê xakê bike.
Lîlwa El Ebdela Tekez kir ku şervan hêviya netewa demokratîk a ku şehîdan ji bo pêkanîna wê canê xwe kirin feda.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *