Thursday, June 17, 2021
HomemanshetAKADEMIYA ŞEHÎD ZEKERIYA YA FERMANDARAN DEWREYEKE NÛ DERÇÛN KIR
manshetNûçe

AKADEMIYA ŞEHÎD ZEKERIYA YA FERMANDARAN DEWREYEKE NÛ DERÇÛN KIR

Akademiya şehîd Zekeriya, îro, dewreyeke nû ya fermandaran bi amadebûna hejmarek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li Hesekê derçûn kir.
Dewreya ku 3 mehan berdewam kir navê şehîd Fayêz Xelî rakir, û ji 60 şervanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.
Şervanan di dewrê de waneyên bîrdozî û çandî her wiha perwerdeyên leşkerî li ser cûr be cûr cûreyên cekên sivik, giran, rebazên intîşarê û vegirtina kemînan birin.
Merasîm bi kêliyeke rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir, piştî wê şervanan toraneke leşkerî pêşkêş kirin.
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel Hisên Koçer axaftinek kir tê de tekezî li ser girîngiya wek van dewreyên ku armanca wan amadekirina hêzan bi awayê herî baş ji bo parastina vê xakê û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji terorîstan kir.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *