Friday, June 18, 2021
HomemanshetHêzên me operasyoneke encamgir li Rojavayê Dêra Zorê li dar xistin
manshetNûçe

Hêzên me operasyoneke encamgir li Rojavayê Dêra Zorê li dar xistin

Bi tevlîbûna hêzên ewlekariya hundirîn, hêzên me doh di 23 Gulanê de li herema Cezra El-Bû Himêd ya rojavayê Dêra Zorê û kampên bê serûber yên girêdayî wê operasyoneke ewlehiyê a berfireh li dar xistin û gelek terorîstên DAİŞ’ê girtin.
Operasyona hêzên me ya ku li ser daxwaza gelê heremê hat li dar xistin bi awayekî encamgir gelek terorîstên ku çalakiyên terorane li himber rûsipiyên heremê û karmendên saziyên sivîl û zanyarên wê li dar dixistin û xwe di nava kampên penaberan de vedişartin, madeyên teqemeniyê çêdikirin û terorîst bi rêxistin dikirin girtin û pîlanên wan ên pêşerojê pûç kirin.
Di operasyonê de 53 mal û kon hatin kontrol kirin û di encamê de 24 terorîst hatin girtin. 3 kes ji wan terorîstan çareşemba borî endamê meclisa zagonsaz ya herema Dêra Zorê Mû’eyed El Reyaş şehîd xistibûn, herwih hejmarek din ji terorîstên ku di cejna Remezanê de çalakî li dar xistibûn hatin girtin.
Di heman operasyonê de hêzên me dest danîn li ser hejmarek mezin ji Bombe, çekên AK-47 , çekên hesin ên tûj mîna şûr, alavên peywndiyan ên ezmanî, belge û pîlanên çalakiyan, cilên leşkerî û hinek madeyên hişbir.
Hêzên me tekez dike ku wê tekoşîna me a li himber hucreyên DAİŞ û derdorên din ên ku li dijî ewlehî û aramiya heremê tev digerin wê tekoşîna me berdewam bike bi hemû hêza xwe. Wê hêzên me nehêle ku ew derdorên xerab xebatên saziyên rêveberiya xweser ên Bakur û Bakur Rojhilatê Sûriyê yê ji bo avakirin û pêşxistinê asteng bikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD
24 Gulan 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *