Thursday, June 17, 2021
HomemanshetAkademiya şehîd Dilsoz Efrîn a Komandos dewreyeke nû bi dawî kir
manshetNûçe

Akademiya şehîd Dilsoz Efrîn a Komandos dewreyeke nû bi dawî kir

Piştî 4 mehan ji perwerdeya leşkerî û bîrdozî Aakademiya şehîd Dilsoz Efrîn a hêzên Komandos dewreya xwe a 8 an li bajarê Hesekê bi dawî kir.
Dewreya ku navê şehîd Êvan Muhemed lê hat kirin 4 mehan dirêj kir û tê de 90 şervanên ku ji hemû pêkhateyan pêk dihat li ser bi karanîna çek û tektîkên şer wane dîtin.
Di şahiya bi dawî kirina dewreyê de hejmarek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk amade bûn û derçûna dewreyê li hemû şervanan pîroz kirin.
Li ser navê QSD Hisên Koçer axivî û xebata şervan û fermandaran pîroz kir û bang li hemûyan kir ku ev dewre bibe wesîleyeke din ji bo rizgarkirina heremên dagirkirî ên Bakurê Sûriyê û têkbirina hemû êrîşan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *