Thursday, June 17, 2021
HomemanshetLi Dêra Zor û Hesekê rêze operasyonên hêzên me ên li dijî Daiş
manshetNûçe

Li Dêra Zor û Hesekê rêze operasyonên hêzên me ên li dijî Daiş

Di dîroka navbera 5 û 9ê Hezîranê de, hêzên me rêze operasyonên ewlekariyê li dar xistin û gelek hedefên terorîstên Daiş û hucreyên wan li deverên Dêrezor û Hesekê kirin armanc. Û di encama wan operasyonan de hejmarek çeteyên Daişê ragirtin û miqdarek çek û belge desteser kirin .
Bi piştgirî û çavdêriya ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî Daişê, operasyon li herêma Jidêdet Egêdat li gundewarê Dêrezorê dest pê kirin, ku hêzên me endamek Daişê ku di plansazkirina êrîş û çalakiyên ku ewlehî û aramiya herêmê armanc digirt çalak bû, girtin.
Hêzên me yên operasyonên taybet çar çeteyên şaneyên Daişê li devera el Şihêl, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê girtin. Hucre ji çêkirina teqemenî û mayinan berpirsiyar bû, ku çek û alavên wan hatin desteser kirin.
Yekîneyên Tekoşîna li dijî Terorê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî emîrek ewlehiyê yê Rêxistina terorîst a Daiş li gundê el-Balalya, gundewarê Margada, li başûrê bajarê Hesekê girtin. Ew berpirsiyarê plankirina kuştinan û meşandina operasyonan bû ku deverên cûrbecûr li Dêrezorê hedef digirt, û her weha têkiliya bi şaneyên terorîst û emîrên wan re li herêma Dêrezorê çêdikir.
Di dema operasyona ewlehiyê de li gundewarê Dêrezorê, yekîneyên taybet yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) , du endamên Daiş girtin ku ji berpirsiyariya nûvekirina hêmanan û asankirina karê hucreyên dixwazin bizavên ewlehiyê bişkînin bûn.
Operasyona ewlehiyê ya ku ji hêla SDF û (Asayiş) ve hatî meşandin armanc ew e ku ewlehî û aramiya domdar li herêmê dabîn bike û şerê terora Daiş bike ku dixwaze sivîl û hêzên ewlehî û leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê bike armanc.
Navenda Ragihandina QSD
09 Hezîran 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *