Meclisa leşkerî ya Reqayê şahiya salvegera duyemîn a damezirandina xwe li dar xist

0 51

Meclisa Leşkerî ya Reqayê bi duruşmeya “Eger hêza hemû cîhanê ya me be em êrîşî kesekî nakin û eger hemû cîhan êrîşî me bike em ê parastina xwe bikin” bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina meclisê, bi beşdarbûna Hêzên Ewlehiya Hundirîn, meclîsa sivîl, şêx û hejmarek ji çalakvanan şahiyek li dar xist.
Şahî bi kêliyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir, piştî wê şervanên meclisa leşkerî meşek leşkerî pêşkêş kirin û hejmarek ji axaftinan hatin kirin. ji wan axaftinan axaftina fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel El Salim ku tê de got: “Em bi giraniya vê boneyê li pêşiya giyanên şehîdên ku her tiştê giranbuha dan da ku ev xak azad û bi rûmet bimîne disekinin, piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê şert û merc guncav bûn ji bo rêxistinkirina hemû hêzên leşkerî ji toga, foc û ,,,, û rêxistinkirina wan di aliyê siyasî, bîrdozî û leşkerî de û damezrandina Meclisa Leşkerî ya Reqayê gaveke ber bi pêş ve bû ku foc û toga di bin ala Meclisa Leşkerî ya Reqayê de hatin rêxistinkirin”.
El Salim di dawiya axaftina xwe de got: “Em salvegera damezrandina Meclisa Leşkerî ya Reqayê li hemû hêzên me û gelê gelê me yê Reqayê pîroz dikin û soz didin gel û malbatên şehîdan ku emê li ser sopa şehîdan rêya azadî û rûmetê bimeşin”.
Bi navê nivîsgeha têkiliyên leşkerî yên Giştî Şêx Mihemed Tirkî El Su’an axaftinek kir Meclisa Leşkerî ya Reqayê li hemû hêzên leşkerî pîroz kir û got: “Îro em rastî gelek êrîşan tên him ji aliyê dewleta tirk a dagirker û him jî ji aliyê rêjîma Ba’as ê ku hewl dide fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de çêke lê belê berxwedaniya hêz, gelê me û fermandariya me ya leşkerî ev fitne têk çû û di dawiyê de em rehmê ji şehîdan re, derbasiyê ji birîndaran re û serkeftinê ji doza xwe re dixwazin.
Şahî bi xelatkirina fermandarên foc û togayan bi dawî bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.