Wednesday, October 20, 2021
HomemanshetÇeteyeke pispor ê Daiş’ê li Şedadê hat girtin
manshetNûçe

Çeteyeke pispor ê Daiş’ê li Şedadê hat girtin

Piştî şopandinekî baldar, yekîneyên Antî Teror ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk çeteyekî pisporê çêkirina mayîn û madeyên teqemeniyê li gundê Edla (rojhilatê Şedadê) girtin.
Di dema borî de, vî çeteyî gelek mayîn çêkiribûn û şandibû ji bo şaneyên Daiş’ê ên li heremê, û di riya wan de şervanên QSD, Hêzên ewlehiyê û kolaesyona Navdewletî bûbûn armanc.
Di dema girtina vî çeteyî de, miqdarek ji belge û madeyên teqemeniyê hatin dîtin û desteser kirin.
Operasyonên me ên li dijî Daiş’ê bi piştgirtiya koalesyonê berdewam dike û wê ewlehî û aramiya heremê biparêze.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *