Wednesday, October 20, 2021
HomeDaxuyanîLi Girê Spî Tank û Çeperên Dagirkerên Tirk Hatin Teqandin
Daxuyanîmanshet

Li Girê Spî Tank û Çeperên Dagirkerên Tirk Hatin Teqandin

Di navbera dîrokên 21ê Pûşberê û 1ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di serî de gundên Girê Spî, derdora Eyn Îsa û rêya M4 a navdewletî, li hember gelek deveran bi çekên giran êriş li dar xistin.

Li hember gundên Xirbitbeqir, Erîda, Birzinar, Leklekok, Sîwan, Mebluca, Zenuba, Sîlîp, Ferhune û Korhesen, sawuma Qîzelî û derdora wê – ev dever di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de ne û li derdora rêka M4 in – ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve bi obus, havan û topan bi awayek dijwar hatin topbaran kirin. Di bejahî de, li hember gundên derdora rêya M4 gelek cara hewldanên êrişan çêbûn, lê ev êriş ji aliyê hêzên me ve vala hatin derxistin.

Di encama wan êrişên artêşa Tirk de gelek welatî brîndar bûn û welatiyek bi nave Mihemed Ibrahîm Elhêşer jî jiyana xwe ji dest da.

Yekineyên me li hember wan êrişan di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan. Di encama berxwedana 10 rojan de, 8 çete hatin kuştin. Herwiha 2 kemerayên Mobesa, 2 çeper, 2 seyareyên zirxî û 1 tank hatin ruxandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

4ê Tîrmehê 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *