Ji çapemenî û raya giştî re

0 554

Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tekoşîna xwe ya li hember paşverûtiya DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk, kêlî bi kêlî bi berxwedanek dîrokî, di dîroka şoreşên cîhanê de cihê xwe girt. DAIŞ’ê ku bûbû belayê serê hemû cîhanê, despêkê di aliyê erdnîgarî de hat xilaskirin. Îro jî di çarçoveya qonexek nû de têkoşîna li hember DAIŞ’ê bi awayek xurttir berdewam dike. Di heman demê de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi dagirkeriya xwe ve dixwaze tola DAIŞ’ê ji gelên herêmê bigire, berxwedanek dîrokî tê nîşandan.

Di sala 2021’an de, ji despêka salê heya niha operasyonên li hember DAIŞ’ê û berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam kir. Encama têkoşîna li hember DAIŞ’ê û li hember dewleta Tirk a dagirker ya 6 mehên despêkê ya sala 2021 an wiha ye;

  • Di 6 mehên despêka sala 2021 an li hember DAIŞ’ê 34 operasyon hatin li dar xistin. Di wan operasyonan de bi giştî 245 çete hatin girtin, di pêvçûnên ku di operasyonan de qewimîn de 3 çete hatin kuştin. Di wan operasyonan de, tunelek yê çeteyan hat dîtin. 1 motor û 2 mayın hatin rûxandin. Herwiha miqdarek mezin cebilxane hat desteserkirin.
  • Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji despêka salê heya niha, li hember gundewarên Eyn Îsa û Til Temir, 206 caran êrişê topbaranê, ji 10 caran zêdetir jî êrişên bejahî li dar xistin. Di encamê bersivdayina hêzên me de gelek caran pêvçûnên giran qewimîn û hewldanê çeteyan ya pêşde hatinê hatin vala derxistin. Di wan pêvçûnan de bi gişî,  zêdetirî 50 çeteyên dagirker hatin kuştin, 25 çete jî brîndar bûn. 4 seyareyên zirxî û 2 doçka hatin ruxandin, 2 seyareyên zirxî jî hatin derbkirin. Herwiha di wan pêvçûnan de gelek cebilxane jî hatin desteserkirin. Di encama wan pêvçûnan de 14 rêhevalên me gihiştin asta şehadetê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

07 Tîrmeh 2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.