Monday, October 25, 2021
HomemanshetLi Gundewarê Rojavayê Dêrezorê 10 çeteyên Daiş’ê Hatin Girtin
manshetNûçe

Li Gundewarê Rojavayê Dêrezorê 10 çeteyên Daiş’ê Hatin Girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyoneke ewlehî de bi piştgirtiya hewayî ya Hevpeymana Navdewletî li gundewarê rojavayê Dêrezorê deh endamên şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê girtin.
operasyona ku li ser banga xelk û rûspiyên herêmê de pêk hat, di encama zêdebûna tevgera şaneyên terorîst de, gundên Cinîne, Hisan û zeviyên derdora wê de xiste nava xwe.
Di operasyonê de, hêzên beşdarbûyî (Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê û Yekîneyên Antî Teror) deh çeteyên ku xwe di nav cihên sivîlan de xwe veşartibûn girtin û dest danîn ser çekên di destê wan de.
Çek û cebilxaneya ku di destê wan de bû ev in:
AK-47 – hejmar 7
Rextên AK-47 – hejmar 6
Cercûrên AK-47 – hejmar 32 û 6 qutiyên fîşekan
Dapance û alava bêdengkirinê – hejmar 8
Qutiyên fîşekên dapenceyan – hejmar 18
Tivinga otomatîk – hejmar 12
Xencer – hejmar 2 û şûrek
Hêzên Sûriya Demokratîk bi îsrar e ku şaneyên terorîst ji kokê de rake û herêmê ji gef û tevgera wan a tewanbar xilas bike, û bang li hemî welatiyan dike ku bi aliyên têkildar re ji bo parastina aramî, ewlehi û istiqrarê û pêkanîna pêşveçûniyê di warên xizmetguzarî, civakî û aborî de, bibin alîkar.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *