Monday, October 25, 2021
HomemanshetLi rojhilatê Hesekê şaneyek xeternak a Daişê hat pûç kirin
manshetNûçe

Li rojhilatê Hesekê şaneyek xeternak a Daişê hat pûç kirin

di roja 21ê Tîrmehê, Yekîneyên Antî Teror û hêzên koalîsyona navnetewî, li gundê Xirbet Camûs ê rojhilata Hesekê li hember şaneyeke xeternak a DAIŞê ku berpirsyarê gelek buyerên sûqesta sivîlan bûn operasyonek hevpar li dar xistin. Di operasyonê de endamên şaneyê ji bo ku bikaribin birevin, pêvçûn derxistin. Di vê pêvçûnê de şervanek me şehîd ket. Piştî pêvçûnê, hêzên koalîsyona navnetewî li hember nuqteya çeteyan êrîşeke hewayî bi du fûzeyan li dar xistin. Di encama vê operasyonê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî hatin girtin.
Di dema ku hêzên me li cihê bûyerê lêgerîna xwe a destpêkê dikirin, rastî cenazeyê zarokekî ku hatibû kuştin hatin. Ji bo zelalkirina sedema kuştina wî zarokî hêzên me wê bi çeteyên hatine girtin lêpirsînê bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
22 Tîrmeh 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *