Monday, October 25, 2021
HomeDaxuyanîJi çapemenî û raya giştî re
Daxuyanîmanshet

Ji çapemenî û raya giştî re

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew hefteyeke li hember hêzên me ku di rewşa agirbestê de ne û li hember gelê me êrişên xwe bênavber didin berdewam kirin. Til Temir û gundewarê wê bênavber hatin topbarankirin. Bajaroka Zirgan a girêdayî Til Temirê û gundên wê, gundê Dirdara û mezrayên wê Qibur, El Qeracina, Miselta, Şêxelî bênavber hatin topbarankirin.

Li roja 17ê Tebaxê, gundê Tewîla ku dikeve rojavayê Til Temirê û rêka M4 a navdewletî hatin topbaran kirin. Di encama vê topbaranê de yek jê zarok 2 welatî (jina bi navê Nede Dexam Mesîx û zaroka wê) jiyana xwe ji dest dan û bi piraniya wan zarok û jin 16 welatî jî brîndar bûn.

Îro (19ê Tebaxê 2021) di seet 18:00 an de, li hember navendek me ya Meclîsa Leşkerî ya  Til Temirê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek hewayî hat lidar xistin. Di vê êrişê de 4 hevalên me şehîd ketin, herwiha brîndarên me jî hene. Em di derheqê rêhevalên xwe yên şehîd de piştre daxuyanî bidin. Herwiha di vê êrişê de gelek malên welatiyan jî zirar dîtin.

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, li hember her cure êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bêdeng nemînin.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temir

19 Tebax 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *