Ji çapemenî û raya giştî re
Li roja 19ê Tebaxê, di seet 18:00 an de, di encama êrişek dewleta Tirk a dagirker de, endama konseya Leşkerî ya YPJ û endama konseya Leşkerî ya QSD rêheval Sosin Bîrhat, ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê rêheval Egîd Girkêlegê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê rêheval Rubar Hesekê û rêheval Seyfullah Ehmed gihiştin asta şehadetê.
Heval Sosin a ji Efrînê ku di tevahî pêngav û pêvajoyên girîng ên şoreşgerî ên li rojavayê Kurdistanê û bakûr rojhilatê Sûrî de cîhê xwe girt, weke fermandarek YPJê li hember terora DAIŞ û dagirkeriya Tirk di eniyên herî pêş de cîhê xwe girt. Rêheval Egîd jî, hîn di salên ku şoreşa me nû çirûsk vedida, bi fedakariyek mezin xwe tevlî nav refên fedaiyan kir, bi kedek mezin hewl da berpirsiyariyên xwe yên ji bo gelê me pêk bîne. Hevalên me Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed jî, di demên herî zor û zehmet de di eniyên şoreşê de bêyî teredut têkoşîna xwe meşandin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Sosin Bîrhat
Nav û Paşnav: Sosin Mihemed
Navê dayik: Zeyneb
Navê bav: Hesen
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021
Nasnav: Egîd Girkêlegê
Nav û Paşnav: Peyvan Remedan
Navê dayik: Ferca
Navê bav: Elî
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021
Nasnav: Rubar Hesekê
Nav û Paşnav: Elî El-Xerze
Navê dayik: Neîma
Navê bav: Nayıf
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021
Nasnav: Seyfullah Ehmed
Nav û Paşnav: Seyfullah Ehmed
Navê dayik: Munîfa
Navê bav: Newaf
Cîh û dîroka Şehadetê: Til Temir | 19 Tebax 2021
Em di şexsê hevrêyên xwe, endama konseya leşkerî a YPJê û QSDê rêheval Sosin, ji fermandarên û Meclîsa Leşkerî a Til Temirê hevrê Egîd, endamên Meclîsa Leşkerî a Til Temirê Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed de, hemû şehîdên şoreşê û qehremanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên pîroz ên şehîdan re dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
20 Tebax 2021