Thursday, October 28, 2021
HomeDaxuyanîFermandariya Giştî: emê bihêlin ku dijmin li ser dagirkeriya xwe poşman bibe
Daxuyanîmanshet

Fermandariya Giştî: emê bihêlin ku dijmin li ser dagirkeriya xwe poşman bibe

Jİ BO RAYA GİŞTÎ;

Roja 19ê Tebaxa 2021ê, piştî nîvro saet 14:00an de dewleta dagirker a Tirk bi rêya balafirên keşfê seyara fermandarê me yê YPGê rêheval Rênas Roj hedef kir û bû sebeba şehadeta hevalê Rênas. Her weha di heman rojî de êvarê saet 18:00an de êrîşê hewayî li ser navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê çêkir û di encama vê êrîşa hovane de Endamê Konseya YPJê û QSDê rêheval Sosin Bîrhat, rêheval Egîd Girikêlegê, rêheval Rûbar Hesekê û rêheval Seyfullah Ehmed gihiştin şehadetê û 3 şervanên me jî birîndar bûn.
Wekî ku raya giştî jî dizane, piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo Serêkaniyê û Til Ebiyadê, bi misogerkirina DYA û Rusya pêvajoyekî agirbestê ketibû rojevê, lê belê tu caran dewleta Tirk bi vê agirbestê ve girêdayî nema û bi her şêwazî êrişên xwe li ser gelê me berdewam kir. Di rojên bihûrî de li Kobanê car din êrişekî bi balafirên keşfê li ser seyareyên medenî çêkiribû. Her weha ji xeta Şehba heta Eyn Îsa û heta Zirganê, ev zêdeyî heftiyekî ye êrişên xwe yên bi hemû çekên giran ên bê navber gihand astekî ji her demî dijwartir û di encama van êrişan de li Zirganê jineke sivîl şehît ketibû û 16 însanên me yên sivîl jî birîndar bûbûn.
Bêguman ev êrîş didin xûyakirin ku dewleta dagirker a Tirk biryarekî nû daye û êrîşên dagirkeriyê li dijî gelên herêmê giştî û bi taybet ji bo herêmên Rojhilatê Firatê ketiye qonaxekî nû. Ev êrîşên hovane yên vê heftiya dawî, bi taybet yê ku doh çêbûyî, nîşaneya vê yekê ne. Em wekî QSD didine xûyakirin ku ji roja destpêkê heta niha çawa ku me gelên xwe û hemû herêmê ji terora DAÎŞê parast û paqij kir û me çawa berxwedaniyên dîrokî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk meşandin, ji vir û şûn de jî bi rûh û îradeyekî ji pola emê li hemberî van êrişên dagirkeriyê bê deng nemînin û ev êrişa hovane ya dewleta Tirk û şehadeta van fermandar û şervanên me yên hêja, wê bê bersiv nemîne.

Ji hêla din ve bêdengî û helwesta ne zelal yên dewletên garantorên agirbestê ên wekî Rûsya û Emerîka cesaretê dide dewleta Tirk da ku êrişên xwe yên li ser însanên me yên sivîl û li ser herêmên me dijwartir bike. Em berpirsiyartiyên van hêzana tînin bîra wan û em wan dawetî zelaliyekî di helwesta wan de dikin.

Hevalê Rênas Roj Endamê Qonseya YGPê û yek ji fermandarên me yên QSDê bû û hevalekî ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Temenê xwe hemû di têkoşîna azadiya Kurdistanê de derbas kiriye. Li hemû beşên Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi awayekî xûrt tevlî bûye û herî dawî dema ku êrişên çeteyên DAÎŞê li ser Kobanê çêbûn, ew jî wekî bi sedan ciwanên Kurd û enternasyonalîst hate Rojava û aqtîf tevlî şer û têkoşîna li dijî DAÎŞê bû û di hamleyên rizgarkirinê yên ji Minbiçê heta Reqqa û Dêrezorê de her tim di cepheyên pêş de cih girt. Her weha di pêvajoya berxwedaniyên Serdemê û Rûmetê de jî tevlîbûnekî xwe yê çalak hebû û xwedî helwestekî bi cesaret û fedaîyane bû.

Her weha hevala Sosin Efrîn jî Endama Qonseya YPJê û QSDê bû û salên dûdirêj di têkoşîna azadiya Kurdistanê de derbas kirin. Wê jî li gelek herêmên Kurdistanê têkoşîna azadiyê meşand. Bi taybet di destpêkirina pêvajoya Şoreşa Rojava de asta tekoşîna xwe hîn bilindtir kir û bi taybet jî li herêmên wekî Efrîn û Haleb de pêşengtiya berxwedaniyê kir. Nexasim di pêvajoya berxwedana dîrokî a Şêx Meqsûdê de wekî fermandar û pêşengekî rolekî xwe yê mezin di serkeftina vê berxwedaniyê hebû.

Hevalê Egîd Girikê Legê jî şervanek û fermandarekî pispor bû û di hemû pêvajoyên têkoşîna li dijî DAÎŞê de, di asta pêşengtî de rol leyîst. Her weha her du hevalên me yên bi navê Rûbar Hesekê û Seyfûllah Ehmed de jî, çi di têkoşîna li hemberî terora DAÎŞê de be û çi jî li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên xwe de be, bi rûhekî welatparêzî yê xûrt, her di eniyên pêş de cihê xwe girtin.

Em dibêjin ku girêdana me ya bi bîranîna van şehîdên hêja ve, wê hesapxwestina ji dagirkerî û tolhildana wan be û emê bihêlin ku dijmin li ser dagirkeriya xwe û li ser dijminatiya xwe ya li hember gelên me poşman bibe. Soza me ya ji bo van fermandarên me yên hêja û ji bo hemû şehîdên me ev e.

Li ser vî esasî em ji bo hemû gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyê û ji bo malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazin.

Silav û Rêzên Şoregerî
20.18.2021
Fermandariya Giştî a QSDê

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *