Monday, October 25, 2021
HomeDaxuyanîBîlançoya êrîşa dagirkerên Tirk a li ser Gundê Dibis
Daxuyanîmanshet

Bîlançoya êrîşa dagirkerên Tirk a li ser Gundê Dibis

Ji çapemenî û raya giştî re
di roja 22ê Îlonê, di saet derdorê 04:00`ê sibê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsa kirin. Armanca vê êrişê dagirkirina gûnd bû. Dixwestin li ser rêya M4 jî serwer bibin. Şervanên me bersiva vê êrişê dan û êriş têk birin. Di encemê de 5 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn.
Di vê êrişê ku ji aliye dagirkeran ve hat kirin de welatiyên sivîl hatin hedefgirtin. Di vê êrişê de welatiyê bi navê Mecîd El-Ewed (35 salî) jiyana xwe ji dest da, her wiha welatiyên bi navên Zeyneb Mihemed Şerîf (30 salî), Mihemed Şerîf El-Ewed (83 salî), Terfa Merî El-Naşî, Mehmûd El-Feyis (19 salî) û Yusuf Muhammed Hac Hammadi (25 salî) jî birindar bun. Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku wan êrişên xwe rewa bide nişandan, li ser hesabên xwe nûçeyên derew diweşîne û wekî ku ew êrîş şervanên me kirine dide nişandan û hewl dide ku raya giştî bi wan derewên xwe bixapîne. Ew derewên Artêşa Tirk sûcên wan ên li dijî mirovatiyê nanuxumîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
23 Îlon 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *