Reqqa ji teqînek mezin hat rizgar kirin

0 576

Ji çapemenî û raya giştî re
di roja 1ê Cotmehê di seetên şev de, ji aliyê yekineyên me yên operasyonên leşkerî ve li bakûrê bajarê Raqqa operasyonek taybet li hember şaneyek taybet ya DAIŞê hat lidarxistin. Ev şane demek bû dihat şopandin û agahî di derheqê vê wê de dihat komkirin.. Ev şane amadekariya teqînek mezin dikir û ji bo vê seyareyek teqemenîbarkirî amade kiribûn. Armanca wan ev bû ku vê seyareyê li bajarê Raqqa biteqînin.
Di operayonê de di navbera yekineyê me û çeteyan de pêvçûn qewimî û di vê pêvçûnê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî hatin girtin. Yek ji wan kuştiyan berpirsiyarê wan yê karûbarên sabotajê bû. Herwiha seyareyê bombebarkirî hat rûxandin.
Piştê ku dewleta Tirk a dagirker xeta Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, DAIŞ li wan herêman rêxistinbûna xwe xurt dike û wan deveran wekî baregehek ku amadekariyên xwe yên êriş û çalakiyan bike bi kar tine.
Bi vê operasyonê ve pêşiya êrişek mezin hat girtin û derbeyek giran li hewldanên DAIŞê ya ji nû ve rêxistinbûnê hat xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
3 Cotmeh 2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.