Monday, October 25, 2021
HomeDaxuyanîJi çapemenî û raya giştî re
Daxuyanîmanshet

Ji çapemenî û raya giştî re

Artêşa Tirk a dagirker, her roj li hember deverên li derdora herêmên dagirkirî êrişên topbaranê lidar dixe û di wan topbaranan de gelê herêmê hedef digire. Di encamê wan êrişan de welatiyên sivîl brîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin. Dewleta Tirk ji bo wan êrişên xwe rewa bide nîşandan agahiyên derew diweşîne û nûçeyên wekî ku hêzên me li wan herêman êriş birine ser wan , belav dike. Me berê jî gelek caran daye diyarkirin ku li herêmên ku di wan nûçeyan de tên behskirin, tu tevgerên hêzên me tune ye. Ev nûçe ji bo rewa nîşandana êrişên dagirker tên belav kirin.
Dewleta Tirk a dagirker tenê di meha Îlonê de li xeta Eyn Îsa û Til Temirê 194 caran agirbestê îhlal kir. Qasî ku hat tespît kirin balafirên keşfê a dewleta Tirk a dagirker 21 caran sînorên qada hewayî îhlal kirin. Di êrişên topbaranê de bi giştî 1067 obus û havan hat bi kar anîn. Di wan êrişan de 5 welatiyên sivîl jiyanên xwe ji dest dan, 6 welatî jî brîndar bûn. Dîsa di wan êrişan de 5 baregehên artêşa Sûriyê hatin hedef girtin û di encamê de leşkerek artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta wê ku rûyê wan yê qirej her roj hîn zêdetir eşkere dibe, ji bo ku gelên Tirkiyê bixapînin û bi bikaranîna hestên nijadperest, rastiya desthilatdariya xwe yê qirêj binixûmînin, di rojên dawî de ji her demê zêdetir amûrên şerên taybet bi kar tînin. Rexmê ku yên ku êriş dikin ew bi xwe ne, wekî ku hêzên me êrişê wan dikin didin nîşandan. Pêwîst e di serî de gelên Tirkiyê û hemû raya giştî ya cihanê vê rastiyê baş bibîne û li hember derewên dewleta Tirk a dagirker hişyar tevbigere.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
14 Cotmeh 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *