Sîxurekî MIT a Tirk hat girtin

0 520

Ji çapemenî û raya giştî re

Dewleta Tirk a dagirker li hember rojavayê Kurdistanê û bakûr û rojhilatê Sûriyê, li gel êrîşên leşkerî gelek caran bi rêka îstixbaratê jî êrîş lidar xistiye. Me berê wana bi raya giştî re parve kir.
Li roja 6ê Cotmehê sîxureke MİTê bi navê Jamil Hesen al-Rahîm ji aliyê Tîmên Operasyonên Leşkerî ve piştê demek şopandinê hat girtin.
Ev kes ji aliyê birayê xwe Saddam ve – ku ev kes jî sîxûrê MİTê ye- hatiye sîxûrkirin. Piştre li herêma Dêrazorê, di nav hêzên me yê QSD de gelek plansaziyên wekî êrîşên bi mayin û suiqastê kiriye. Herwiha ev kes koordinatên noqteyên leşkerî jî daye MİTê. Em mikurhatinên vê kesê bi raya giştî re parve dikin.

28ê Cotmehê 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

Leave A Reply

Your email address will not be published.