Dagirkeriya Tirk Di Nava Sê Rojana De 13 Caranan Hevpeymanên Agirbestê Binpê Dike

0 486

dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tevgerên xwe yên provakatîf li gundewarên herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî didomînin. Çekên giran û balefirên kişfê bi kar tînin ku ev herêm di nava sê rojan de zêdetirî 13 caran rastî topbarana bi çekên giran hatiye.

Binpêkirinên dagirkeriyê yên sê rojan wiha ne:

Di 18’ê Mijdarê de dagirkeriya Tirk bi awayekî hemwext gundên Hoşan, El-Xalidiyê û rêya navdewletî M4 ên girêdayî Eyn Îsayê topbaran kirin. Di heman demê de dagirkeriya Tirk gundên El-Erîda û Xirbet Beqer ên gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Di 19’ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê El-Xalidiyê yê rojavayê gundewarê Eyn Îsayê hedef girt. Her wiha gundê S’kîro û rêya navdewletî M4 ên rojhilatî Eyn Îsayê rastî gulebarana bi çekên giran hatin.

Di 20 ‘ê Mijdarê de dagirkeriya Tirk paralelî topbarana li ser gundê El-Fatîsa yê rojhilatî gundewarên Eyn Îsayê, bi çekên giran gundê El-Dibis û rêya navdewletî M4 topbaran kirin. Di heman eksenê de, gundê El-Sefawiyê û derdora Sîloyên Şêrkirak, dema ku sivîl diçûn ser zeviyên xwe rastî gulebarana bi çekên giran hatin.

Di nava sê rojan de, balefirên kişfê yên dagirkeriya Tirk 7 caran li ser asîmana herêmê geriyan. Ew jî wiha ne:

2 caran li ser asîmana Qamişlo

1 carê li ser asîmana gundewarên rojhilatî Eyn Îsayê.

4 caran li ser asîmana rojava û rojhilatî Kobanê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.