Encamnameya Civîna Meclîsa Leşkerî Ya QSD’ê

0 17

Bi amadebûna hemû fermandarên fraksiyon, hêzan û ofîsên sereke, Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de rewşa leşkerî, siyasî, meydanî û planên demkî yên hêzan hatin nîqaşkirin.

Di herdu aliyên leşkerî û siyasî de, civînê tekezî li ser berdewamiya şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê yên razayî kir. Ji bo parastina aramiya herêmê û rêgirtina li ber ziyanê, di civînê de hat destnîşankirin ku wê çalakiyên leşkerî ji bo şopandina wan şaneyan zêde bibin.

Her wiha di civînê de hat tekezkirin ku têkoşîna li dijî ideolojiya tundrew ya çeteyên DAIŞ’ê û her wiha operasyonên leşkerî divê li gel projeyên pêşxistina aboriya li herêmê werin meşandin. Bi taybet li herêmên ku rasterast ji ber şerê li dijî rêxistina terror bandor bûne.

Di civînê de, her wiha dewama gef û provakasyonên Tirkiyê li ser xeta sînor û bi taybet herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatî Sûriyê hatin vegotin. Li gel operasyonên wê yên leşkerî, hedefgirtina welatiyên sivîl bi balefrên bê mirov, topbarana li ser gundên li ser xeta sînor ku aramanca wê xirakirina aramî û ewlehiya li herêmê ye, çavtirsandina gelê bi ewle û derbkirina projeya Rêveberiya Xweser bi destûrdayîna vegera çeteyên DAIŞ’ê û ji nû ve vejandina şaneyên wê ye. Di vê çarçoveyê de civînê tekez kir ku pêwîste gefên dewleta Tirk cidî werin destgirtin û divê hemû hêz di rewşa hişyariyê de berdewam bikin ku ji bo her êrişeke nû ya dagirkeriya Tirk amade bin.

Di çarçoveya helwesta desthilata Şamê de, civînê diyar kir ku ev desthilat ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê ne amade ye. Gefên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê û rewşa kirîtîk a aboriya gelê Sûriyê ku ji ber reftarên heman desthilatdariyê ne, ji bo berfirehkirina hêzê û qada serweriyê ku vegerîne Sûriyeya beriya 2011’an bi kar tîne. Desthilatdariya Şamê di mantiqê lihevkirinên ku dûrî pîvanên niştimanî û realîteyê ne bi îsrar e. Pêwîste gelê me vê rastiyê nas bike û li hemberî van polîtîkayên otorîter bisekine.

Civînê tekez kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke rasteqîn ji aloziya Sûriyê re ku pêdiviyên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên siyasî û civakî ve pêk bîne, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, Koalisyona Navneteweyî û Rûsyaya Federal di nav de, dê bi hemû aliyan re ji nêz ve bixebite.

Têkildarî rewşên rêxistinî û leşkerî, bi armanca pêşxistina sazîbûnê û xurtkirina hêza parastinê, di civînê de gelek biryarên girîng hatin standin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

22 Mijdar 2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.