RASTIYA RAPORA SEXTE YA ROJNAMEYA THE GUARDIAN A DI DERHEQÊ HÊZÊN ME DE?

0 15

Di dîroka 5’ê Mijdarê de rojnamevana rojnameya The Guardian “Bethan McKernan” bi rêya têkiliya bi navenda çapemeniyê ya QSD’ê re di derbarê belgeyeke ku idia kir yê girtiyekî DAIŞ’ê ye qaşo bi pereyan serbest hatiye berdan, bersiv xwest. Piştî lêkolînkirina belgeyê me jê re piştrast kir ku ev belge sexte ye. Me tekez kir ku ti belgeyên bişibin belgeya wê yan mîna wê bin, di nav belgeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiatê Sûriyê de nînin.

Di hemam demê de me jê re tekez kir ku hinek dozên serbestberdana girtiyên DAIŞ’ê bi gerantiya eşîreyan çêbûne. Lê piştî bidawîkirina lêpirsînan ku isbat bûye tiliya wan di xwîn an jî kiryarên terorane de nîne û tenê sivîlên bi neçarî di saziyên DAIŞ’ê de xebitîne, bi awayekî giştî û li pêşiya çapemeniyê serbest hatine berdan. Her wih me ji wan xwest ku vegerin malpera me ya fermî û di derbarê mijarê de rêzenûçeyên me bixwînin.

Piştî me tekez kir ku ew belge sexte ye, ji nişkêve me dît rojnameya The Guardiyan belgeya sexte di raporeke xwe de weşandiye. Rojnamevana ku rapor amade kiriye ta ku hêzên me bi derewan tawanbar bike, bi giranî xwe spartiye wê belgeya sexte. Ji bo mijarê me bi rêveberiya rojnameyê re têkîlî danî û me hinek belgeyên isbat dikin ku belgeya wan sexte ye pêşkêşî wan kirin.

Em van isbatên xwe bi raya giştî re jî parve dikin:

 

  • Di belgeya girêdayî rapora rojnameya The Guardian de tê idiakirin ku herdu çeteyên DAIŞ’ê li gorî “madeya 13’mîn ji Biryarnameya 20 a sala 2019.an” serbest hatine berdan. Piştî lîkolînan hat dîtin ku biryarnameya borî ya di belgeya sexte de, biryarek efûyê ya rejîma Sûriyê ye ku di sala 2019’an de derxistibû û ew hîç li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk nayê. Ji raya giştî re eşkere bûye ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet di rewşa darizandina DAIŞ’ê de, li gorî biryarnameyên rejîma Sûriyê tevnagere. Aliyekî din ve; ti biryarnameyek wisa li cem Rêveberiya Xweser jî nîne.

Ev jî lînka biryarnameya rejîma Beşar Esed a di belgeya sexte de hatiye bikaranîn:

https://www.egov.sy/law/ar/311/0/%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%B1%D8%B3%D9%88%D9%85+%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B4%D8%B1%D9%8A%D8%B9%D9%8A+%D8%B1%D9%82%D9%85+20+%D9%84%D8%B9%D8%A7%D9%85+2019+%D8%A7%D9%84%D9%82%D8%A7%D8%B6%D9%8A+%D8%A8%D9%85%D9%86%D8%AD+%D8%B9%D9%81%D9%88+%D8%B9%D8%A7%D9%85+%D8%B9%D9%86+%D8%A7%D9%84%D8%AC%D8%B1%D8%A7%D8%A6%D9%85+%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%B1%D8%AA%D9%83%D8%A8%D8%A9+%D9%82%D8%A8%D9%84+%D8%AA%D8%A7%D8%B1%D9%8A%D8%AE+14-9-2019-.html

 

  • Di belgeya sexte li aliyê jor ê rastê de hatiye nivîsandin: “Rêveberiya Xweser a Demokratîk – Hewêreka Cizîrê”. Aliyê beramber jî logoya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê hatiye danîn. Em matmayî dimînin ku aliyên sexelbazî kirine çawa nekarîne herdu logoyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ji hev cuda bikin?
  • Di belgeyê de têgeha “Hewêreka Cizîrê” hatiye bikaranîn. Ev têgeh qet tune ye û ji salên 2017’an û vir de li şûna wê têgeha “Herêma Cizîrê” tê gotin. Belgeya sexte a rojnameya The Guardian jî bi dîroka 2020’an hatiye mohirkirin. Têgeha “Hewêreka Cizîrê” jî ji çara salan û vir de nayê bikaranîn.
  • Sernivîsên hemû belgeyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bi sê zimanên fermî “Erebî, Kurdî, Suryanî” ne. Bi dehan rojnamevanên The Guardian ên serdana herêmê kirine û gelek rapor amade kirine ku rojanamevana rapor amade kiriye jî di nav de ye, vê rastiyê dizanin. Hemû saziyên Rêveberiya Xweser, QSD’ê û bi taybet saziyên hestiyar ên di asta Darayiyên Giştî de mohrên xwe hene û beyî wan îmze tenê nayê bikaranîn. Di belgeya sexte a rojnameya The Guradian de ti mohr nînin û tenê îmzeyek hesan bê zirkirin heye.
  • Têgeha “Lihevhatina Giştî” li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê bikaranîn. Li rex wê şaşîtiyên girêdayî dîzaynkirina li ser fotoşopê ku ewqas beloq bûne, rojname xistine xefika xwe.
  • Rojnameya xwe bispêre belgeyên sexte bê ku piştrast bike ku ji hêla “rojnamevanekî” li Tirkiyê hatiye pêşkêşkirin û berê heman rapor di malperên din ên şîlo de nivîsandine (dikare li ser internêtê madeyên bi heman sernavî werin dîtin), yek ji şaşîtiyên herî xirab ku rojnameyek xwedî perestîj a weke The Guardian dikare bike. Pêwîste haya rêveberiya rojnamê jê hebe ku madeya sexte jê dernexîne û lêborîna xwe nexwaze, şaşîtiyek din û ne laîqî rojnameyek mezin e. Li ser vê esasî em bang li rojnameya The Guardian dikin ku di derbarê sedem û hincetên vê zirkariyê de bi amadekarên raporê re lêpirsînê veke ku hewl didin navdengiya hêzên me yên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û parastina ewlehiya mirovî de gelek şehîd dane xira bikin.

Em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê tekez dikin, ji bo darizandina amadekarên rapora sexte, em dê hemû hewlên qanûnî bikin.

Em ji gelê xwe û raya giştî ya cîhanî re tekez dikin ku hêzên me tevî piştzivirandina hinek dewletan ji hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î re yên ku di zîndanên me de ne, wê têkoşîna xwe ya mirovî li dijî DAIŞ’ê dewam bikin. Her wiha em carek din xeteriya paşguhkirina girtî û malbatên DAIŞ’ê bi bîr tînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

24’ê Mijdara 2021’an

Leave A Reply

Your email address will not be published.