DI ENCAMA BERSIVDAYÎNA HÊZÊN ME DE 8 ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK HATIN KUŞTIN Û 9 JÎ BIRÎNDARA BÛN

0 15

Di encama bersivdayîna hêzên me ya li dijî du êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên li ser gundên El-Mişêrfê û Seyda yên girêdayî Eyn Îsayê êvara Înê de, şer û pevçûnek dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de rû da, 8 endamên komên çete hatin kuştin û 9 jî bi birîndar bûn. Di wê navberê de dagirkeriya Tirk herêm bi çekên giran topbaran dikir.

Êriş bi vî awayî pêk hatin:

Di 26’ê Mijdarê saet 03.45’an de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişek bejahî li dijî gundê El-Mişêrfê yê bakur û rojhilatê Eyn Îsayê pêk anîn. Şervanên me bersiv dan û piştî şer û pevçûneke ku bi qasî nîv saetê dirêj kir, leşkerên dagirkeriyê û çeteyên wê ji qada şer reviyan.

Di heman rojê saet 08.05.an êvarê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi êrişek bejahî hewl dan gundê Seyda yê bakurê Eyn Îsayê dagir bikin. Hêzên me bersiv dan êrişan û hewldanên dagirkirin û kontrolkirina herêmê têk birin.

Di heman rojê saet 09.14’an êvarê de, şervanên me li aliyê gundê Sukîro (bakur-rojhilat) Eyn Îsayê kombûnek provokatîf ê çeteyên dagirkeriya Tirk hedef girtin. Di encamê de endamên komên çete neçarî vekişîna xetên paş ên herêmên dagirkirî bûn.

Di heman demê de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên navborî û rêya navdewletî M4 bi tank û topavêjan topbaran kirin. Di encamê de zevî û milkên sivîlan rastî ziyanek madî hatin.

Di encama şerên piştî êrişa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herdu gundan de, hat tekez kirin ku 8 çete hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê Ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

26’ê Mijdarê 2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.