DI DERBARÊ NÛÇEYÊN DEREW ÊN LI SER GIRTIYÊN DAIŞ’Ê DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

0 15

Hinek dezgehên herêmî yên ragihandinê nûçeyên derew di derbarê qaşo niyeta Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ya serbestberdana 700 girtiyên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên di zîndanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê de parve kirin. Wan aliyan paralelî nûçeyên xwe yên derew hinek lîsteyên navên ku xwedêgiravî girtiyên DAIŞ’ê ne belav kirin. Em piştrast dikin ku ew nûçe derew in û ti têkîliya aliyên fermî yên Bakur û Rojhilatîê Sûriyê yên eleqedar bi lîsteyên hatine belavkirin re nîne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ji bo bicihanîna dadmendiyê bagewaziya xwe ji civaka navdewletî re nû dike da ku dadgeheke navneteweyî ya taybet bi girtiyê DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike. Dîsa bang li hemû welatên ku girtiyên xwe di zîndanên Rêveberiya Xweser de hene kir ku hevkariyê bikin û cidî nêzî vê mijarê bibin. Her wiha tekezî li ser girîngî û xeteriya vê dosyayê kir ku veguheriye girîngtirîn propagandaya tûjkirinê ya leşkerkirina terorîstên DAIŞ’ê û pêkanîna oprasyonên terorane.
Navenda Ragihandinê Ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
30 Mijdar 2021

Leave A Reply

Your email address will not be published.