şahidên sûc…. komkujiya gundê Al-Dibis vedibêjin

0 15

Komên alîgirên Tirkiyê di rola xwe ya pêşeng a kuştin, revandin, desteserkirina milk û eraziyan, koçberkirina bi zorê û binpêkirinan de berdewam dikin. Bi giranî sûcên tên kirin, di serî de jin û zarok, her kesê ku kiryarên wan qebûl nake û nêzîkatiyên wan red dike, hedef digirin.
Abdulmecîd Alewad, sala 1985`an ji dayîk bûye, li gundê Al-Dibis ku 10 KM li rojavayên bajarokê Eyn Îsayê ye, pez xwedî dikir. Li ber çavên zarok, dê û bavê xwe ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hate qetilkirin.
Çîrok:
Sibeha 22 Îlona 2021`an saet di 3.30`an de, komek ji çeteyên Tirkiyê, bi tekbîr û gulebaranan derbasî gundê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye dibin û malan dorpêç dikin. Wê çaxê malbata Şehîd Abdulmecîd tevî çar zarokan, dê û bavê xwe yên temen mezin razyî bûn.
Efra Alcasêm hevsera Abdulmecîd:
Wê şevê em di xew de bûn. Dema me dengên tekbîr û guleyan bihîst, me xwe bi dîwarên malê parast û me qîr kir: sivîl… sivîl… em sivîl in.
Bavê mêrê min ê kalemêr bi guleyên bêserûber birîndar bibû. Dema ku derbasî nav me bûn, rûyên wan bi tirs bûn. Mîna DAIŞ`ê bûn. Mêrê min birin derve. Me xwest em nehêlin derxînin lê wan gefa kuştinê li me xwarin. Ez û zarokên xwe tevî bavê hevjînê xwe di baceyê re me lê temaşe kir. Me dît çawa bi hovîtî ew îşkence dikirin. Destpêkê gule berdan lingên wî. Bi amûrekî tûj gelek caran lê dan û bi xwînsarî ew îdam kirin. Pişt re pez û pereyê me diziyan û agir berdan mala me. Hewl dan me jî bi xwe re birêvînin, lê hatina piştevaniya Hêzên Sûriyeya demokratîk rê li ber wê yekê girt. Ji bo hêsankirin û dabînkirina vekişîna wan, bargeheke Tirkiyê ya nêzîk dest bi topbarankirina gund kir ku di encamê de malek rûxiya.
Ji aliyê xwe ve hevjîna biyarê şehîd, Um Hemed qewimîna wê şeva tarî di serê wan de hatiye xeber da û got ku wê şevê tevî zarokên xwe yên bi çûk li mala xwe ya li nêzî mala xezûrê xwe razayî bûn. Um Hemed dibêje ku çeteyan çek dirêjî serê wê û zarokan kirin û li zilamê wê pirsîn. Wê jî bersiv daye ku ne li mal e û li ser karê xwe ye.
“wan ji min xwest ku hemû pere û zêrên xwe bidim wan. Min jî got; ezê her tiştî bidim we, lê ji kerema xwe zirarê nedin min û zarokên min“.
Ji bona ku zarokên min hêdî bibin ku ji tirsan re diqîriyan min çira vêxist. Yekî ji wan bi çekê gef li min xwar û xwest ku rohniyê vemirînim. Pişt re ez û zarokan tûşî quncikek odê kirin û dest bi lêgerîna malê kirin. Her tiştê ku dikarîn bidizin dibirin û yê nedikarîn hilgirin jî dişkandin. Her tişt dizîn, xwarina zarokên min jî dizîn. Gustîlk û telîfona min jî birin. Di wê navberê de min dengên gulebaran û tekbîran, qîreqîra jin û zarokan ji aliyê mala xezûrê xwe ve dibihîst, lê min nizanî çi li wir diqewimî.
Wan hewl da min jî bi xwe re bibin. Lê ji ber berxwedana min nikarîbûn. Piştî gulebaranê û hilatina rojê û ji tirsa ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li ser bêtêlan fermana vekişînê ji wan re hat.
Îro jî herdu malbat bê mal mane û tevî bi hezaran koçberên ji Girê Spî û gundewarên wê li kampa Til El-Semin dimînin.
Ev sûc û tawan yek ji gelek sûc û binpêkirinên çeteyên Tirkiyê ye. Ji destpêka êriş û dagirkeriyê ve, sûcên li dijî sivîlên bêguneh ku hîna li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê ne, ranewestiyane. Gundên li ser dirêjahiya rêya navneteweyî jî rojane tên toparankirin û şêniyên wan rastî komkujiyan tên.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.