Wednesday, August 17, 2022
Homemanshet16‵EMÎN DEWREYA AKADEMIYA ŞEHÎD SIYAMEND A DISPILÎNA LEŞKERÎ BI DAWÎ BÛ
manshetNûçe

16‵EMÎN DEWREYA AKADEMIYA ŞEHÎD SIYAMEND A DISPILÎNA LEŞKERÎ BI DAWÎ BÛ

16‵emîn dewreya Akademiya Şehîd ‶Siyamend‶ a Dispilîna Leşkerî ya li bajarê Reqayê roja Sêşema derbasbûyî bi derçûna 77 şervanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Dewreya bi navê Şehîd ‶Egîd Girkê Legê‶ 3 mehan dewam kir.
Di merasîma derçûnê de fermandar û rêveberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê û Meclîsa Leşkerî ya Reqayê amade bûn.
Merasîm bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê şervanên Dispilîna Leşkerî ve torenek leşkerî hate lidarxistin. Paşê fermandara QSD‵ê Rosêl Zinarîn axaftinek kir û şervanên tevlî dewreya Dispilîna Leşkerî bûne silav kirin. Fermandar Rosêl di axaftina xwe de bal kişad ser girîngiya perwerdeyên siyasî, fikrî û leşkerî û tekezî li şervanan kir ku pabendê qanûnên leşkerî û pratîzekirina wan bin. Fermandara QSD‵ê Rosêl Zinarîn di dawiyê de ji şervanan xwest ku; ji bo pêkanîna erkên xwe di nava amadebaşiyê de bin.
Merasîma derçûna şervanên Dispilîna Leşkerî bi sonda leşkerî bi dawî bû

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *