Wednesday, August 17, 2022
HomemanshetAKADEMIYA KOMANDO LI HERÊMA FIRATÊ DEWREYA 18‵EMÎN BI DAWÎ KIR
manshet

AKADEMIYA KOMANDO LI HERÊMA FIRATÊ DEWREYA 18‵EMÎN BI DAWÎ KIR

Akademiya Komando li Herêma Firatê dewreya xwe ya 18‵an bi dawî kir. Dewre bi navê Şehîd ‶Mazlûm Dogan‶ ku 100 şervanên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlê bibûn, hatibû binavkirin.
Di merasîma derçûnê de Fermandar û Rêveberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê, Yekîneyên Parastina Jin YPJ‵ê, rûspî û şêxên eşîran amade bûn.
Merasîma derçûnê ji bo bîranîna giyana cangoriyan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê şervanan ve pêşandanek leşkerî li dar ket.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê ‶Hisên Koçer‶ bi axaftinekê silav li şervanan kir û tekezî li ser amadebaşiya Hêzên Komando ya li dijî terorê kir. Her wiha bal kişand ser rola wan a parastina ewlehî û aramiya li herêmê.
‶Koçer‶ di dawiyê de girîngiya pabandî, bicihanîna qanûnên leşkerî û şopandina rêya şehîdan bi bîr xistin.
Merasîm bi sondxwarin û pêşkêşkirina bawernameyên derçûnê bi dawî bû.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *