Piştî ku hewldanên êrişên bejahî yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li aliyê gundê Um Al-Kêf, di encama bersivdayîna hêzên me de, têk çûn, vê êvarê gundên Dada Ebdal, Um Hirmile, Metmûra û navçeya Zirganê ji aliyê topavêja dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî tên topbarankrin.
Hêjayî gotinê ye ku duh ji ber topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve 4 sivîl şehîd û bi dehan birîndar bûn û ziyanek mezin giha mal û milkên gundiyan.
Navenda Ragihandinê Ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk