LI SER QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YÊN MIROVÎ, LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RÛNIŞTINÊN PERWERDEYÎ HATIN LIDARXISTIN

0 61

Di çarçoveya peymana di navbera NY û QSD‵ê ya 29 Hezîrana 2019‵an hatiye muhirkirin de, Komeleya Mafê Mirovan li Rojava û Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê, li ser qanûnên mirovî yên navneteweyî, qanûnên mafê mirovan û rêzikên parastinê li navendên ragirtina zarokên DAIŞ‵ê, çend rûniştinên perwerdeyî li dar xistin.

Bi armanca başkirina rêbazên rêveberên ku bi zarokên girêdayî DAIŞ‵ê re didin û distînin, li gorî rêgezên qanûna navneteweyî ya mirovî û hiquqa mirovî, dirêjahiya du rojan komek rêveber û berpirsên navendên ragirtinê tevlî dewreyên perwerdê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê sala 2021‵an, bi armanca başkirina asta têgihaştina qanûnî û mirovî, gelek rûniştinên perwerdeyî ku di demên oparasyonên leşkerî de pabendê wan bin, ji şervanên xwe re li dar xistin. Her wiha QSD‵ê plana karkirina bi NY re di nav şervanên xwe de, bi piştgiriya rêxistinên navdewletî yên têkildar re belav kiribû.

ji 29 Hezîrana 2019‵an û vir de nêzî 6 hezar zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûd ji plana kar a di navbera QSD‵ê û NY de girtine. Di nav de bi sedan rewşên dûrxistina ji qiwatên leşkerî ku li mal û dibistanan ji nû ve tevlî civakê bibin, hebûn. Her wiha rewşa bi sedan zarokên girêdayî DAIŞ‵ê ku li navndên ragirtinê dimînin, hate başkirin.

Hêzên Sûryeya Demokratîk QSD‵ê ji bo ku hêzên xwe pabendê qanûnên navneteweyî yên mirovî û mafên mirovan bin, plan dike di sala 2022‵an de jimara dewreyên perwerdeyî zêde bike, dersan pêş bixe û çalakiyên li gorî pîvanên NY zêde bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê yekemîn aliyê leşkerî li Sûriyê ye ku bi NY re itîfaq kiriye û planek hevbeş ji bo rêgirtina li ber mîlîtarîzekirina zarokan di oparasyonên leşkerî de daniye ku hemû hêzên xwe pabendê wê kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê di çarçoveya pabendiya bi qanûnên navneteweyî yên mirovî û qanûnên mafê mirovan de xwedî siyasetên taybet e ku gelek mekanîzmayên pêkanînê dest nîşan kirine. Ji wan jî di 13 Tîrmeha 2020‵an de parastina dibistanan û navendên perwerdê, di 29 Tebaxa 2020‵an de avakirina mekanîzmeya giliyên sivîl û Buroya Parastina Zarokan di şerên çekdarî de, di 12 Cotmeha 2020‵an de parastina mal û kevnareyên çandî, piştre di 17 Adara 2021‵an de polîtîkayên xwe yên parastina tendirustî û nexweşxaneyan diyar kirin, herî dawî jî di 27 Gulana 2021‵an de ji bo zarokên pêwendiya wan bi DAIŞ‵re hene prosedurên taybet û garantî hatin dayîn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.