Wednesday, August 17, 2022
HomemanshetBîalnçoya êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser gundên Zirgan û Til Temir Ji çapemenî û raya giştî re
manshetNûçe

Bîalnçoya êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser gundên Zirgan û Til Temir Ji çapemenî û raya giştî re

Li roja 21ê Kanunê, bi topbarana artêşa Tirk a dagirker ve çeteyên girêdayî wan di bejahî de êrişê gundewarên Til Temirê kirin. Bi bersivdayina yekineyên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ev êrişê hatin şikandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bajaroka Zergan a girêdayî Til Temir û gundên wê bi awayek dijwar topbaran kirin. Ev topbaran li hember gundên Um Işbê, Dawûdiyê , Eyin El Hewa, Rebîat, Esediyê, Hemra, Ezîziyê, Um El Kêf, Til Şinan, Tewîla, Til Tewîl, Til El Werid, Bobe, Xedrawî, Bisîs Foqanî hat kirin. Di wan topbaranên ku li rojên 21 û 22ê Kanunê de hatin kirin de 4 welatiyên me jiyanên xwe ji dest dan û 14 welatî jî brîndar bûn. Herwiha di wan topbaranan de 3 leşkerên rejîma Suriyê jî brîndar bûn.

Li roja 22ê Kanunê di seet 09:00 an de li derdora gundê Um El Kêf – ku li bakurê Til Temirê ye – di encama tevgerê çeteyan de hêzên me bersiv dan çeteyan û di pêvçûnan de 3 çete hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker dabû ragihandin ku li roja 22ê Kanunê 10, li roja 23ê Kanunê jî 2 şervanên me ji aliyê wan ve hatine şehîd xistin. Ji wan nûçeyan jî diyar dibe ku dewleta dagirker welatiyên sivîl yên ku di topbarana wan de jiyanên xwe ji dest dane û brîndar bûne wekî şervanên me dide nîşandan. Dewleta Tirk a dagirker bi nûçeyên derew a bi vê awayî hewl dide ku raya giştî û ragihandina cîhanê bixapîne û êrişên xwe rewa bide nîşandan. Lê wekî me ragihand yên ku êriş dikin û hemû quralên şer îhlal dikin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
24 Kanun 2021

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *