BUROYA TÊKÎLIYAN A MECLÎSA LEŞKERÎ YA AMÛDÊ LI BAJAROKÊ SINCIQ SEDÛN LIHEVANÎNEK LI DAR XIST

0 514

Buroya Têkîliyan a Meclîsa Leşkerî ya Amûdê di navbera pismamên êla ‶Al-Xatûniyê‶ li gundê ‶Sinciq Xatûn‶ de lihevanînek li dar xist. Di civata lihevanînê de Serokê Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê ‶Hisên Selmo‶, nûnerên êlên Ereb û partiyên siyasî yên herêmê û serokatiya Meclîsa bajarokê ‶Sinciq Sedûn‶ amade bûn.

Di destpêkê de Şêxê êla Al-Xatûniyê ‶Abû Museb‶ bixêrhatina mêvanan kir û bi bîr xist ku her kes hewl dide fîtneyan di navbera eşîran de biçîne û wiha dewam kir: ‶Lê em bi vê lihvanînê ji hemûyan re dibêjin ku em bira ne‶.

Şêx ‶Abû Mûseb‶ di dawiyê de spasiya her kesê ku beşdarî vê lihevanînê bûye kir.

Ji liyê xwe ve Endamê Buroya Têkîliyan a Meclîsa Leşkerî ya Amûdê ‶kamîran Hesen‶ jî tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê çawa li hemberî dijminan şer dike, di heman demê de şerê fîtneyên nava eşîran de jî kiriye. Hesen îşaret bi girîngiya sekna hevgirtî ya gelên herêmê li hemberî dijminê Tirk kir û bi bîr xist ku dijmin ta ku parçeyên din ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, rojane êrişan li dar dixe.

Hêjayî gotinê ye li bajarokê ‶Sinciq Sedûn‶ ê gundewarên Amûdê di navbera malbateke ji êla ‶Al-Xatûniyê‶ de nakokiyên malbatî derketibûn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.