Wednesday, September 28, 2022
HomemanshetFERMANDARIYA HÊZÊN ME LI DÊRAZORÊ CIVÎNA SALANE YA DU SAZIYÊN LEŞKERÎ LI DAR XISTIN
manshetNûçe

FERMANDARIYA HÊZÊN ME LI DÊRAZORÊ CIVÎNA SALANE YA DU SAZIYÊN LEŞKERÎ LI DAR XISTIN

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê li Dêrazorê civîna salane ya herdu saziyên Dispilîna Leşkerî û Dadgeha Leşkerî li dar xistin.

Civîn ji bo bîranîna giyana cangoriyan bi xuleke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre xebatên herdu saziyan yên salekê, astengiyên rastî wan tên û prosedurên rêveberên herdu saziyan ta ku bên derbaskirin û rê li ber destdirêjiya li ser karê sazîbûnê bê girtin hatin nirxandin. Her wiha rêbazên pêşxistina kar, çawaniya pêkanîna erk û biryaran, kêmkirina şaşiyan û peydakirina çareseriyên guncaw ji bo hemû pirsgirêkan hatin nîqaşkirin.

Di civînê de plansaziyên sala bê û stratejiyek li gorî rewşa herêmê û geşedanan hatin destnîşankirin. Her wiha performansa fermandaran di herdu saziyên Dispilîna Leşkerî û Dadgeha Leşkerî de hate nirxandin.

Fermandariya QSD‵ê bal kişand ser fedekariya herdu saziyan ku bi têkoşîn û moralek bilind erk û peywirên xwe pêk tînin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.